Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê

  • 08:48 9 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê bi boneya 8’ê Adarê, bi pêşengiya Kongreya Star û Kampanyaya Piştgiriya Jinan ya ji bo Rojavayê Kurdistanê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan hate xwendin.
 
Çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de duh bi şev li hola Tewar a Silêmaniyê, bi pêşengiya Kongreya Star û Kampanyaya Piştgiriya Jinan a ji bo Rojavayê Kurdistanê, şahiyek pîrozbahiyê hate lidarxistin.
 
Beriya ku şahî destpê bike, deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê cangoriyan hate sekinîn û piştre şahî destpê kir. Di şahiyê de stran hatin pêşkêşkirin û 8’ê Adarê li jinan hate pîrozkirin.
 
Di şahiyê de peyama taybet a Abdullah Ocalan a bi boneya 8’ê Adarê ji aliyê Çiro Şiwanî ve hate xwendin.
 
Di dawiyê de jî bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qêrîn û li ber stranan govend hate gerandin.