Derbarê Oznûr Deger de biryara berdewamiya girtî mayînê

  • 14:41 6 Adar 2025
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Di çarçoveya lêpirsîna girtinê ya rojnameger Oznûr Deger de daxwaza berdanê hat redkirin. 
 
Danişîna biryara girtinê ya Gerînendeya Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznur Deger a ku di 7'ê Sibatê de li Mêrdînê bi lêdanê hatibû binçavkirin, li 2'yemîn Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Mêrdînê hat dîtin. Parêzerê Oznûr Deger Alî Kahraman û Erdal Kuzu beşdarî danişînê bûn. 
 
'Lêkolîn nehat kirin'
 
Parêzer Alî Kahraman ê ku daxuyanî da, diyar kir ku parvekirinên medya dîjîtal ên ku bûne mijara sûc, naveroka nûçeyan e. Alî Kahraman destnîşan kir ku ji aliyê qanûnî ve ne pêkan e ku di sala 2022'an de pişeyê Oznur Deger bibe sedema girtina sala 2025'an. Alî Kahraman wiha got: “Ew keseke ku li tevahiya Tirkiyeyê tê naskirin û şopandin e. Dema bê berdan karê ku ew ê bike rojnamegerî ye. Muwekîla min piştî girtina xwe xelat girt, ew kesa ku nûçeyan dişopîne."
 
Parêzer Alî Karaman, piştre xwest ku Oznûr Deger serbest  bê berdan.
 
Piştî parastinê dadgehê, xwest rewşa girtî ya Oznûr Deger berdewam bike.