Li Tetwanê şahiya 8’ê Adarê

  • 17:38 9 Adar 2025
  • Rojane
BÊDLÎS- Li Tetwanê bi wsîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şahiyek pêk hat û di şahiyê de balkişandin ser aştiyê.
 
Tevgera Jinnên Azad (TJA), li navçeya Tetwan a Bedlîsê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li saloneke dawetê şahî pêk anîn. Pankartên ‘jin serî hildidin, dimeşin azadiyê’ û ‘jin jiyan azadî’ hatin daliqandin.Hunermend Ruken Yilmaz jî derket ser dîkê. Parlamentera DEM Partiyê Semra Çaglar Gokalp, dayikên aştiyê û gelek jin tevli bûn.
 
‘Bila îro bibe wesîleya aştiyê’
 
Aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel axivî û got: “Jinên Tetwanê îro şoreşê ava dikin. 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz be. Bila îro aştiyê bîne. Wek tê zanîn îro xwedî wateyeke girîng e. Dem dema aştî û azadiyê ye. Bi salan e ji ber pirsgirêka Kurd em nikarin bi zimanê xwe biaxivin û çanda xwe bijîn. Lê em bi têkoşîna jinan ji bo azadiyê hatin gel hev.”
 
‘Em bi hev re dibêjin aştî’
 
Parlamentera DEM Partiyê Semra Çaglar jî destnîşan kir ku ew ji her çar alî Kurdistanê re silavan dişînin û bi lêv kir ku jin bo jiyanek azad bi hev re dibêjin ‘aştî’.
 
Piştî axaftinan jinan li ber stranan govend gerandin.