
Sedema biryara bi hincet a Şehrîban Aslan hat eşkerekirin
- 15:08 6 Adar 2025
- Hiqûq
AMED - Biryara bi hincet a Rojnameger Şehrîban Aslan a ku ji doza ku bi îdiaya "binpêkirina mafê nepenîtiyê" dihat darizandin û hat beratkirin hat eşkerekirin.
Danişîna biryarê ya doza nûçegihana JINNEWS'ê Şehîrban Aslan a ji ber nûçeyên der barê ajotina qaçax de "binpêkirina mafê nepenîtiyê" li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê hatibû vekirin, di 17'ê Sibatê de hat dîtin. Di rûniştina ku li 16'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat dîtin de heyeta dadgehê biryara beraata Şehrîban Aslan da. Dadgehê sedema biryarê eşkere kir.
Dadgehê bal kişand ser wê yekê ku Şehrîban Aslan rojnameger e. Dadgehê di vê çalakiyê de mafê Şehrîban Aslan jî di çarçoveya azadiya çapemeniyê de agahdarkirina gel û afirandina raya giştî nîşan da.
Di biryarê de hat diyarkirin ku rojnameger Şehîrban Aslan ji ber ku hêmanên sûcê der barê wê de nebûn, beraat kir.