
Qedexeya Hatîce Şahîn a derveyî welêt a 7 salan nehat rakirin
- 13:30 6 Adar 2025
- Hiqûq
AMED - Qedexeya derketina derve ya 7 salan a rojnameger Hatîce Şahîn a ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin, nehat rakirin.
Yeni Yaşam gazetesi çalışanı Hatice Şahin’in “örgüt üyesi olmak” iddiasıyla 6 yıl 3 ay hapis cezası aldığı kararın İstinaf Mahkemesi’nce bozulması ardından yeniden yargılandığı davanın ilk duruşması Diyarbakır 9’uncu Ağır Ceza Mahkemesi’nde görüldü. Duruşmada Hatice Şahin ve avukatı Bünyamin Şeker hazır bulundu. Mahkeme başkanı, Diyarbakır Bölge Adliye Mahkemesi 9’uncu Ceza Dairesi’nin bozma ilamını tutanağa geçirdi.
Yekemîn danişîna doza xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn piştî ku Dadgeha Îstînafê biryara ku ji ber sûcê "endamtiya rêxistiê " 6 sal û 3 meh cezayê hepsê hatibû birîn xera kir li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Hatîce Şahîn û parêzerê wê Bunyamîn Şeker tev li danişînê bûn. Serokê dadgehê biryara betalkirina 9'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê tomar kir.
Hatîce Şahîn a ku piştre bi rêya werger parastina xwe bi kurdî kir, anî ziman ku li dijî biryara betalkirinê tiştek nîne ku bêje.
Qedexeya derketina derve ya 7 sal in berdewam dike
Parêzer Bunyamîn Şeker, diyar kir ku di biryara paşveçûnê de pirsgirêkên neyînî qebûl nakin. Bunyamîn Şeker, anî ziman ku dema qanûnî ya ji bo qedexeya derketina derve ya muwekîla wî ya ji sala 2018'an û vir ve di qanûnê de hatiye diyarkirin, xwest qedexeya derketina derve ya 7 salan bê rakirin.
Dozgeriyê di nêrîna xwe ya li ser esasê de xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên rakirin. Dadgehê biryara xwe ya demkî eşkere kir û biryara berdewamkirina qedexeya derketina derve ya li ser Hatîce Şahîn da. Rûniştin taloqî 17'ê Hezîranê hat kirin.