Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin
- 09:02 4 Sibat 2025
- Jiyan
Derya Ren
MELETÎ –Li Meletî ya ku ji ber erdhejê zirareke mezin dîtibû, her çend 2 sal derbas bûn jî bi taybet pirsgirêka xaniyan gelek pirsgirêk berdewam in û ji ber ku kavil bi awayekî bi rêk û pêk nehatine rakirin pirsgirêkên tenduristiyê hene.
Di ser erdheja ku di 6'ê Sibata 2023'an de li navenda Mereşê pêk hat û li 11 bajaran bandora xwe kir re 2 sal derbas bûn. Lê hîna pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Li gorî daneyên fermî, li Meletî ku yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bi bandor bûye, hezar û 237 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 hezar û 444 kes jî birîndar bûne. Di erdheja ku bi hezaran avahî û kargeh hilweşiyan de 35 hezar û 891 avahî xera bûn. Ji aliyê din ve bi hezaran kesên ku ji ber erdhejê neçar man li bajarên konteyniran bijîn, ji ber ku malên wan nehatine teslîmkirin, tevî ku 2 sal di ser erdhejê re derbas bûne jî hîna têkoşîna jiyanê didin.
Li bajêr heta niha di warê tenduristiyê de tedbîrên têr nehatine girtin, bijîşk diyar dikin ku ji ber qirêjiya hewayê nexweşiyên sîngê zêde dibin. Der barê mijarê de Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Şaxa Meletî Cansu Can û jinên mexdûrên erdhejê ji JINNEWS'ê re axivîn.
Zêdebûna nexweşiyên kronîk
Hevseroka Şaxa SES'ê ya Meletî Cansu Can diyar kir ku ev 2 sal in tu başbûnek çênebû û got, "Ji ber erdhejê gelek xebatkarên tenduristiyê neçar man ku Meletî terk bikin. Hejmara kêm a xebatkarên tenduristiyê bandora neyînî li gihandina gel a tenduristiyê jî kir. Wekî mînak, mirov dikarin mehek şûnda randevûyek ji bo MRI girin. Hilweşîn û rakirina kavilan bi awayekî neqanûnî tên kirin û dibin sedema qirêjiya hewayê. Tiştê ku em hilbijêrin, girêdayî me ye. Ji ber ku hîna gelek kes di konteyniran de mane, nexweşiyên epîdemîk jî zêde dibin. Di nexweşiyên kezebê de ji sedî 85 zêdebûn heye. Nexweşiyên kronîk çar qat zêde bûne. Ji bilî wê, hejmara kesên ku serî li beşa nexeşiyên sîngê didin roj bi roj zêde dibe."
'Divê tedbîr bên girtin'
Cansu Can da zanîn ku piştî erdhejê gelê Meletî di bin xeteriyeke mezin de ye û divê rayedar tedbîran bigirin. Cansu Can wiha berdewam kir: “Ji bo xwe ji hewaya qirêj biparêzin divê mirov maskeyan bidin ber dev û polzê xwe. Ji ber ku hewa qirêj e divê em nefesê nestînin. Ji bo pêşîgirtina li hewaya qirêj a heyî divê avdanî bê kirin."
'Doganşehir nehat tamîrkirin'
Medîne Dogan ku ji erdhejê xilas bû, diyar kir ku tevî 2 sal di ser erdhejê re derbas bûne jî di konteynirê de dimînin û wiha got: “Ez bi şert û mercên xwe ji bo xebatê diçim Meletiyê. Ji ber ku Doganşehîr hê jî pirsgirêkên wê nehatine çareserkirin. Piştî erdhejê em weke malbat belav bûn û her yek ji me neçar ma biçe cihekî. Her yek ji me ji bo ku jêderek debarê ji xwe re bibîne çû cihekî. Ez mecbûr dibim ku biçim Meletî û di dema çûnê de gelek zahmetî dikişînim. Em nikarin di konteynerê de jiyana xwe bidomînin. Tenê pereyê ceryan û avê ji me nagirin di konteyniran de, lê gelo ew difikirin ku em di şert û mercên baş de ne? Mixabin tiştekî wiha tune ye. Dema ku em nexweş dikevin, em nikarin mêvanek jî bigirin. Ji ber ku cîhê me tine ye ku em wan kesan lê bi cih bikin. Her tişt bi hev ve girêdayî ye."
'Maliyeta TOKÎ'yan hîn ne diyar e'
Medîne Dogan, bal kişand ser TOKÎ'yên ku hatine çêkirin û wiha berdewam kir: “TOKÎ'yên ku hatine çêkirin ji navenda navçeyê pir dûr in. Xwezî dewlet van TOKÎ'yan dema çêdikin teftîş bike. Bi TOKÎ'yên ku çêkirine mirov xistine rewşeke dijwartir. Ji ber ku TOKÎ ji navendê dûr in, lêçûneke zêde dixwaze. Li aliyê din lêçûna TOKÎ'yên ku hatine dayîn hêj ne diyar e. Ez nizanim dê çawa were dayîn an dê çawa were kirin."
'Divê her kes bi awayekî wekhev tevbigere'
Fatma Kubat ku ji erdhejê xilas bû jî got ku ew di hawîrdoreke baş de najîn û got, “Ez kirêdar im. 2 sal in em neçar man di konteynerê de bimînin. Hêj xanî radestî xwediyên xaniyan nehatine kirin, em nizanin dê kengê bidin kirêdaran. Divê bi awayekî wekhev nêzî herkesî bibin."