
Hejmara şeşemîn a kovara gaziyên şer derket
- 12:11 9 Adar 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara şeşemîn a kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê “Ti kes nikare roja me tarî bike” derket.
Kovara gaziyên şer “Berxwedan Jiyan e” ya weke bultena leşkerî bîrdozî û siyasî ya du mehan a FGBRS bi naverokeke dewlemend û bi sernavê “Ti kes nikare roja me tarî bike” derket.
Di hejmara şeşemîn a kovara bi Kurdî û Erebî de analîza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî komploya navneteweyî, nivîs û roportajên bi wesîleya yekemîn salvegera du jinên pêşeng Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik hene.
Di heman demê daxuyaniyên ji bo bîranîna gaziyên şer ên di pêvajoya dawî de jiyana xwe ji dest dane jî di kovarê de cih digirin.
Dîsa civîn, semîner, kar û xebatên ji aliyê gaziyên şer ve hatine kirin jî di kovarê de hene.