Di meha Sibatê de 15 jin hatin kuştin

  • 09:08 6 Adar 2025
  • Çeteleya Tundîyê
 
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ajansa me di meha Sibatê de 15 jin û 2 zarok hatin kuştin û mirina 18 jin û zarokek jî bi guman e. 
 
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin bi hincetên cuda tên kuştin. Polîtîkayên îktîdarê û helwesta darazê jî bêtir rê li ber kuştin, destdirêjî û tundiyê vedike. Her wiha polîtîkayên bêcezahiştinê jî cesaretê dide kiryaran. Li gel vê yekê jinan ji bo mafê xwe yê jiyanê têkoşîna xwe didomîne. Jinên ku bi çalakiyên cuda li qadan 8'ê Adarê pêşwazî dikin li dijî destdirêjî, tundî û kuştinê piştevaniyê mezin dikin. 
 
Li gorî nûçeyên ku hatin komkirin di meha sibatê de 15 jin û 2 zarok hatin kuştin û mirina 18 jin û zarokek jî bi guman e. 
 
3 jin ji hêla kurê xwe ve, 2 jin ji aliyê kesê bi wan re hatibûn zewicandin ve, 5 jin aliyê mêrê ku hev berdabûn ve, jinek ji aliyê merê ku pê re dijiya, 2 jin di pêvajoya hevberdanê de, 2 jin ji hêla mêrê ku ji hev  veqetiyayî ve û jinek jî ne diyare ku ji hêla kê  vê hatiye kuştin.  
 
Li Sakaryayê jinek, li Stenbolê 2, li Nevşehîrê 2, li Konyayê 1, li Afyonê jinek, li Mûşê jinek, li Enqerê jinek, li Îzmîrê jinek, li Dîlokê 2 jin, li Karabukê jinek, li Amedê jinek û li Kayseriyê jî jinek hat kuştin.