Di konferansa ‘Demokrasiya Radîkal’ de banga çalakiya gerdûnî
- 16:15 9 Sibat 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Durban ê Efrîkaya Başûr, di konferansa “Demokrasiya Radîkal” de bal li ser paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kişandin.
Ji çar aliyên cîhanê gelên xwecih û tevgerên civakî beşdarî konferansê bûn û ji bo hevkariya li hember krîzên gerdûnî platformeke girîng hat avakirin.
Ji Efrîkaya Başûr Abahlali baseMjondolo, Ji Kenyayê Ogiek, ji Hindistanê Dzomsa, ji Meksîkayê Cheran, ji Kolombiyayê Mizak û gelek beşdarên din ên ji Kurdistan, Myanmar, Panama, Tayvan, Fîlîpînlerê, tecrubeyên xwe yên têkoşînê parve kirin.
Mijara hevpar jî ew bû ku mirov dikare demokrasiya radîkal di berxwedanên herêmî de çawa bisepîne û çawa dikare tevkariyê li têkoşîna mafên xakê bike.
Paradîgmaya Abdullah Ocalan hat qalkirin
Akademiya Jineolojiyê, Akademiya Modernîteya Demokratîk, Kongra Star û Navenda Dîplomasiya Sivîl li ser navê Tevgera Azadiya Kurdistanê beşdarî konferansê bûn. Delegasyonê bi taybet berxwedana Bendava Tişrînê bal kişand ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha behsa paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a civaka azad a ku xwe li ser esasê azadiya jinan û têkoşîna ekolojîk pêş dixe hat kirin.
Di civakên xwecihî de û hewcedariya xwebirêxistinkirinê
Yek ji tevkariyên girîng ên konferansê meclisa jinan a xweser bû ku nûnerên jin beşdar bûn. Di meclisê de pêşengiya jinan a di civakên xwecihî de û hewcedariya xwebirêxistinkirinê hat destnîşankirin. Her wiha mijarên gerdûnî yên wekî şerê li ser çavkaniyên xwezayî yên li Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK) jî hatin nîqaşkirin.
Delegasyona Akademiya Jineolojî û Modernîteya Demokratîk ev konferans wekî "Di rêya avakirina têkiliyên di navbera civakên xwecihî û etnîkî yên li çaraliyê cîhanê de pêngaveke giring" nirxand.
Banga hevgirtinê ya li Durbanê, girîngiya têkoşîna gelên xwecihî û tevgerên civakî careke din destnîşan kir û hewcedariya ji bo çalakiyên cîhanî derxist holê. Banga demokrasiya radîkal ne tenê nîqaşeke teorîk e; ji bo têkoşîna diyarkirina maf û xweseriyê wek vexwendnameyeke çalakiyê belav bû.