Ji jinên Cezayîrê name:Mafên jinan xurt bikin

  • 19:11 9 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgerên Jinan ên  li Cezayîrê nameyek ji rayedaran re şand û bang kir ku mafê jinan bê xurtkirin û li dijî zayenda civakî têkoşîn bê dayîn.
 
Tevgerên Jinan ên li Cezayîrê; bi îmzeya saziyên wekê Tora Wasîla Avîv, Komîteya Karkerên Jin a Navneteweyî, Rojnameya Femînîst a Cezayîrê, Koma Femînîst a AlgerÎan, Hewldana DZ ya Depresyona Piştî Welidînê, Laha Podcst, Weqfa Rumet û Hêviyê û Hewldana Thawra Podcast nameyek ji rayedaran şand û daxwaz kirin ku mafên jinan bên xurtkirin û têkoşîna li dijî newekheviya zayendî bê xurtkirin. Her wiha di nameyê de pêşniyarên stratejîk yên der barê çareseriyan de hatin kirin.
 
Di nameyê de ev xal hatin rêz kirin;
 
“*Avakirina xetên alîkariyê yên taybet ku 24 saetan kar dikin û misogerkirina ku jin bûyerên şîdetê ragihînin, rênimayiyên qanûnî werbigirin û bi van xetan zû bên parastin.
 
* Rakirina raporên bijîşkî ji bo jinên mexdûrên şîdetê ku li cihên ewle bigerin.
 
* Pêşvebirina stargehên jinan, hêsankirina gihîştina mexdûran ji bo xizmetên bingehîn û piştgirîkirina jinan bi vekirina stargehên nû li hemû herêmên welêt."
 
 Her wiha rêxistinên mafên jinan daxwaz kirin ku destdirêjiya seksî û şîdeta li ser jinan di Qanûna Cezayê de bi awayekî zelal bê diyarkirin.