Ji werzîşvanên jin ên ciwan bang

  • 14:15 24 Kanûn 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
AMED - Jinên ciwan ên ku di nava AMED-Şaredariya Rezanê de bi werzîşa ferdî û wekî tîm cih digirin xebatên xwe bênavber didomînin. Jinên ciwan ên ku di şaxên karate, atletîzm, voleybol û basketbolê de serkeftin bi dest xistin, hemû jinên ciwan ên mîna xwe vexwend werzişê. 
 
Werzîşvanên jin ên ciwan ên Bağlar Belediyesporê bi mehan e bi lez û bez perwerdehiyê didin. Şaredariya Rezanê ji bo ku jinên ciwan bi werzîşê re mijûl bibin, her cure piştgiriyê dide. Jinên ciwan jî ji ber derfetên ku ji wan re tên dayîn kêfxweşiya xwe ya li vir anîn ziman. Hevserok Leyla Ayaz ku di heman demê de Seroka Lijneya Rêveber a Klûba Bağlar Belediyesporê ye jî gelek caran serdana werzişvanên ciwan dike û li daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî dike. Bi xebata kolektîf jinên ciwan ji serkeftinê ber bi serkeftinê ve dimeşin. 
 
Werzîşvanên ciwan diyar kirin ku wan di werzîşê de azadî û bixwebawerî dîtine, werzişvanên ciwan pêşniyar dikin ku hemû jin werzîşê bikin.
 
'Divê her jin karibe xwe biparêze'
 
Lîstikvana karateyê Zeynep ku 14 sal in bi karateyê re mijûl dibe. Zeynep a xwedî payeyên Tirkî, Balkanî û gelek welatên navneteweyî ye, herî dawî beşdarî Şampiyoniya Karate ya Bosforê ya Navneteweyî ya 34'emîn a li Stenbolê hat lidarxistin bû. Zeynep destnîşan kir ku ji ber li cîhanê tundiya li ser jinê zêde dibe girîng e her jin bikaribe xwe biparêze û wiha got: “Ji aliyê fizîkî û derûnî ve ji bo min gelekî baş e. Ez wê ji jinên ciwan re jî pêşniyar dikim.  Ji  ber ku ew ê di her wateyê de wan bi hêz bike.Li hemberî jinên ku karate dikin pêşdarazî hebû, lê me jinên ciwan ev pêşdarazî şikand." 
 
Werzişvanên jin ên ciwan li herêmê serkeftinên girîng bi dest xistin
 
Werzişvanên Atletîzmê yên Bağlar Belediyesporê bi lez û bez perwerdehiya xwe didomînin. Di Şampiyoniya Herêmê de Tîma Jinan a U16 ya Bağlar Belediyesporê bû yekemîn, Tîma Jinan a U14 jî bû duyemîn. Di Klasifîna Giştî de werzişvanên Tîma Jinan a U16 3 cihên ewil girtin û madalyayên zêr, zîv û tûnc bi dest xistin.
 
'Jin xwedî hêza ku dikare her tiştî bi dest bixe ye'
 
Îrane ku yek ji wan werzişvanên jin ên ciwan e ku bi mamosteyên xwe re rahênan dike, wiha got: “Armanca min ew e ku bibim werzîşvana herî baş. Jin xwedî wê hêzê ne ku diarin bigihîjin her tiştê ku dixwazin. Ez dixwazim ku her jin werzişê bike." 
 
'Dema ku bazdidim ez xwe azad hîs dikim'
 
Ji sporvanên ciwan Emîne jî diyar kir ku ew hefteyê 6 rojan dixebitin û wiha got: “Sport ji bo min pir baş e. Dema ez bazdidim xwe azad hîs dikim. Ez xwe saxlemtir hîs dikim. Ez wê ji her jinê re pêşniyar dikim," 
 
Tîma basketbolê kupaya şampiyoniyê bi dest dixe
 
Basketbolîstan li Salona Sporê ya Girtî ya Şaredariya Bağlar tevî perwerdekarên xwe perwerdehiya xwe didomînin. Tîma Jinan a U18 bi serketina di hemû pêşbirkên lîgê de kupaya şampiyoniyê bi dest xist. Werzişvanên ciwan, diyar kirin ku ew bi desteka şaredariyê û bi keda fedakar a mamosteyên xwe û bi xwe ji serkeftinê ber bi serkeftinê ve dimeşin û bang li jinan dikin ku werzişê bikin. 
 
Yek ji werzişvanan Evîn jî diyar kir ku ew dema xwe zêdetir bi werzîşê re derbas dike û got, "Li şûna tablet û telefonan bi sporê re eleqedar im."  
 
Lîstikvanên voleybolê perwerdeya xwe didomînin
 
Volîbolîstên jin ên ciwan bi antrenorên xwe re li Salona Sporê ya Sergirtî xebatên xwe didomînin. Ji werzişvanan Bedriye jî diyar kir ku şaredarî bi hemû derfetên xwe piştgirî da wan û wiha got: “Ez gelek kêfxweş im ku di vê klubê de me. Ez bang li hemû jinên ciwan dikim ku werzişê bikin. “Bi voleybolê re baweriya min bi xwe zêde bû.