
Jinên 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
- 19:19 9 Adar 2025
- Rojane
STENBOL-Jinên ku piştî çalakiyên 8’ê Adarê yên li Kadikoy û Beyoglu pêk hatibûn, hatin binçavkirin hemû hatin berdan.
Li Stenbolê duh 23’emîm Meşa Şevê ya Femînîst pêk hat. Piştî meşê 112 jin hatin binçavkirin û bi îdiaya ‘muxalefetê qanûna hejmar 2911’ kirarî hatin kirin. 111 heb piştî kar û barên li emniyetê hatin berdan. Yek jî piştî îfadeya dozgeriyê hat berdan. Her wiha sê kesên piştî çalakiya li Kadikoyê hatibûn binçavkirin piştî îradeyên li dozgeriyê hatin berdan.
Parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Ozgul Sakî kesên hatin berdan pêşwazî kir.Endama Platforma Jinan a 8’ê Adarê Delal Erol axivî û balkişand ser girîngiya têkoşîna yekbûyî.
Li ser navê Komîteya Meşa Şevê ya Femînîst Ferîde Eralp jî axivî û diyar kir ku jin tevî qedexeyan berxew didin û ji hev hêzê digirin.
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.