'Em ê parastina çanda xwe bikin'

  • 11:58 5 Adar 2025
  • Çand û Huner

    

Mîdye Miqted
 
HELEB - Navenda Hîlala Zêrîn a pakrewan Berçem û Aboriya Jin têkildarî rêzaçalakiyên 8`ê Adarê îro li Helebê şevbuhêrkek çandî li darxistin. Ji Rêveberiya Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê Axîn Xelîl û Rêveberiya Aboriya Jin Zeyneb Ehmed  têkildarî hatina roja 8`ê Adarê gotin:"Em ê bi parastina çanda xwe û meşîna li pey perspektif û ramanên rêberê xwe, aştiyek bi rengê jinê li cîhanê ava bikin."
 
Bi dirûşma "Bi jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeyek demokratîk ve" ji aliyê Navenda Hîlala Zêrîn a pakrewan Berçem û Aboriya Jin ji bo pêşwazîkirina 8`ê Adarê şevbuhêrkek çandî hat lidarxistin. Ev şevbuhêrk li hola Talêt Heleb a ku dikeve taxa Şerqî bi amadebûna tevahî rêxistin û tevgerên jinan hat orgenîzkirin. Di çalakiyê de xwarinên kevnar ên herêma Efrînê weke xwarina Boranî, Kitawî, Kofte, Semîsang, Hevîrê sar,Tirşika Hêkan, kolik û gelek xwarinên din ên navdar hatin çêkirin. Her wiha nanê sêlê hat pêjan di heman demê de hin dayikan li wir destar bi kar anîn. Bi vî awayî 8`ê Adarê pêşwazî kirin.
 
'Em ê bi hêviya rêbertî tekoşînê bikin'
 
Ji aliyê xwe ve ji Rêveberiya Aboriya Jin a bajarê Helebê Zeyneb Ehmed axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha got:"Ji bo pêşwazîkirina 8`ê Adarê îro em û Hîlala Zêrîn bi vê çalakiya çandî rabûn. Di nava çalakiya xwe de me stranên xwe yên kevnar û xwarinên xwe yên gelêrî amade kir û di vê çalakiya xwe de em roja 8`ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Em ê bi rihê vê rojê têkoşînê bilind bikin çimkî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviya serkeftinê di jinê de dibîne. Em ê jî bi wê hêviyê  berxwedana xwe mezintir bikin."
 
'Têkoşîn ji bo pêkanîna aştiyê ye'
 
 Zeyneb Ehmed da zanîn ew her tim li berxwe didin û got:"Barê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da ser milê me em ê layiqî wî barî bin û heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî wê her asta têkoşîna me bigihêje lûtkeyan. Ji bo em aştiyê bi rengê jinê li cîhanê ava bikin em ê li gor perspektîf û felsefeya rêbertî xebatê bikin."
 
'Çanda xwe mayinde dikin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Zeyneb Zeyneb Ehmed qala lidarxistina çalakiyek bi vî awayî kir û wiha pê de çû:"Di çalakiya me ya îro de me xwarinên gelêrî yên kevnar weke şîş berek, şorbeya dewî, kitawî, hevîr û h.w.d hatin çêkirin. Armanca me ji vê ew e ku em çanda xwe di her milî de bidin parastin. Dayikan jî li vir stranên xwe yên folklorî gotin ev jî ji bo ku em çanda xwe biparêzin girîng e."
 
'Baweriya rêbertî bi jinê heye'
 
Di heman demê de Rêveberiya Hîlala Zêrîn ya bajarê Helebê Axîn Xelîl jî wiha got:"Bi çand û hunera xwe îro em 8`ê Adarê pêşwazî dikin û pîroz dikin. Em ê li gor daxwazên rêberê xwe tev bigerin û têkoşînê bikin, ji bo pêkanîna aşitiyek cîhanî bi rengê jinê wê her xebata me jinan berdewam bibe ji ber ku baweriya rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan bi jinê heye."