
'Em ê çalakiyên xwe yên li dijî qeyûman bidomînin'
- 09:02 25 Sibat 2025
- Ramyarî
Neslîhan Kardaş
QERS - Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz polîtîkayên qeyûman ên hikûmetê nirxand û diyar kir ku hikûmet li aliyek gel di nava xizaniyê de dihêle, li aliyê din jî dewlemendkirina sermayeya şer didomîne û hêza xwe bi vî rengî rewa nîşan dide. Sumeye wiha berdewam kir, "Em ê li dijî vê bi taybet di serî de jin çalakiyên xwe yên li dijî qeyûman bidomînin."
Hikûmeta AKP'ê ev 3 serdem e li rêveberiyên herêmî ji bo vîna gelê Kurd desteser bike qeyûm tayîn dike. Piştî Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31'ê Adara 2024'an cara ewil li Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin. Herî dawî jî rojek berê îradeya gel bi tayînkirina qeyûm li navçeya Qaxizman a Qersê hat desteserkirin.
Parlamentera Partiya Wekhevî ûDemokrasiyê (DEM Partî) a Mûşê Sumeyye Boz tayînkirina qeyûman nirxand.
'Polîtîkayên qeyûm ne tenê li hemberî gelê Kurd in'
Sümeyye Boz diyar kir ku dema behsa polîtîkayên qeyûman tê kirin, divê ne tenê li tiştên ku niha diqewimin, li êrîşên dîrokî yên desthilatdariyê li dijî gelê Kurd, çand Kurd, zimanê Kurdî jî bê nêrtin û wiha got: "Qeyûm aliyek din û zextên li ser gelê Kurd in. Lê belê divê em balê bikşînin ser aliyekî din jî, nemaze piştî hilbijartina dawî, em dibînin ku ev polîtîkayên qeyûm ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû qadên têkoşînê yên yekbûyî yên ku Kurdan bi wan re tifaq çêkirine, hêzên xwe kirine yek û mûxalefet xurt kirine, veguheriye polîtîkaya êrîşê."
'Divê mirov êrîşên li ser hemû aliyan bibîne'
Sümeyye Boz diyar kir ku Kurd û dostên wan, hemû beşên civakê yên ku bi hişmendiya divê di avakirina bajarekî de hemû cudahî bên gel hev tevgeriyane, bûne hedef. Sumeyye Boz got, "Îro di êrîşên li dijî şaredariyên li rojavayê Tirkiyeyê de, divê were dîtin ku di bin hemû êrîşên li dijî endamên meclîsên şaredariyan, hevşareda û HDK'ê, li dijî hemû zîhniyetên ku li dijî feraseta desthilatdariyê ya yekparêz, zayendperest derdikevin, êrîş hene."
'Em êrîşên li hemberî hevşaredarên xwe tenê siyasî nabînin'
Sümeyye Boz, destnîşan kir ku dema ew li polîtîkaya sê serdemên hatine meşandin dinêrin, ne tenê di her sê serdeman de, li her qada ku Kurdan hebûna xwe diyar kirine, mudaxele hatiye kirin û got: “Bi taybetî dema ku em balê bikişînin ser şardariyan û rêveberiyên herêmî, divê em heta dema Edîp Solmaz vegerin. Rewşeke dîrokî ya wisa balkêş heye. Ji wê derê ve em dibînin ku polîtîkayên înkar û îmhayê yê heta roja me ya îro jî bi awayekî ku li her aliyê civakê belav dibe pêk tên. Li vir jî êrîş li ser ziman, çanda kurdî, girêdana wan a bi bijartiyên xwe re û qada ku lê dijîn tê kirin. Ji ber ku em dizanin hevşaredarên ku gelê Kurd hilbijartine ne tenê hevşaredar in. Kesên ku li wî bajarî jiyane, çand, ziman, awayê jiyanê, têkiliyên jin û mêr baş dizanin ku hevşaredartî çi ye. Qeyûm di eslê xwe de darbeyeke siyasî ye, lê dema em bi berfirehî têdikoşin, têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd ne tenê ji bo hebûneke siyasî ye. Ev êrîşek topyekûn li dijî hebûna gelê Kurd e."
'Ji bo qeyûm tayîn bikin rêbazên cuda diafrînin'
Sümeyye Boz, da zanîn ku polîtîkayên qeyûman ne hiqûqî ne û ne tenê êrîşeke siyasî ye û wiha got: “Her dema ku em diyar dikin ku akademiyên edaletê mînakeke bi alîgir in, em dibînin ku daraz argumana îdeolojiya siyasî ye. Li Tirkiyê êdî ne mimkûn e ku mirov behsa hiqûqa serbixwe bike. Ji ber ku qanûn û daraz ji xwe re kirine amûr û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin. Me ev yek di doza kumpasê ya Kobanê de jî dît. Em heman tiştî ji bo hevşaredaran jî dibînin. Di doza Abdullah Zeydan de jî derket holê ku biryar bi hincetên siyasî hatiye dayîn. Em heman rewşê li şaredariya Kagizmanê jî dibînin."
'Birina çavkaniyên gel ji bo qadeke din polîtîkayên şerê taybet e'
Sümeyye Boz, anî ziman ku polîtîkayên qeyûman ne tenê dizî ye û wiha got: “Erê, qeyûm dizî ye, desteserkirin e, talan e. Helbet ev hene. Lê bi rastî di dilê vê mijarê de pirsgirêkek mezintir heye. Îhmalkirina gel tê wateya tunekirina hêza wî ya xwerêveberiyê. Di nava vê de tunekirina çandekê û tunekirina erdnîgariyekê jî heye. Birina çavkaniyên gel ji bo qadeke din polîtîkayên şerê taybet e."
'Em ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin'
Sümeyye Boz, anî ziman ku dewlet gel di nava xizaniyê de dihêle, her wiha sermaye û qada xwe ya şer jî dewlemend dike û hêza xwe bi vî rengî rewa nîşan dide. Sümeyye Boz wiha got: “Em ê li dijî vê di serî de jin li her qadê dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku ji bo azadiya civakî û aştiya civakî û li dijî polîtîkayên qeyûman her tim jin di refên herî pêş de têkoşiyane. Di 10’ê Sibatê de bi pêşengiya TJA’yê ji aliyê jinan ve meşa azadiyê hate lidarxistin. Êrîşên hovane yên polîsan jî nîşaneya bêtehamuliya li hemberî civakê û hebûna jinê di qada civakî, kolanan, siyasetê û jiyanê de ye.”
'Êrîş ji hev ne qut in'
Di dawiyê de Sûmeyye Boz got, “ Îqtîdara ku got 2025'ê sala malbatê ye û xest jinan di malê de hepis bike li aliyekî jî êrîşî jinên têkoşînê didin dike. Ji ber vê êrîş ji hev ne qut in. Di serî de ciwan û jin ez bang li me hemûyan dikim ku li dijî vê nêzîkatiya tinehesibandin û înkarkirinê ya li hemberî polîtîkayên qeyûman bêdeng nemînin.”