![](/staticfiles/news/250758/2025/02/05/823x463cc-mrs-05-02-2025-meres-deprem-yildonumu-zeynep-ede-manset.jpg)
Pazarcix hat jibîrkirin
- 09:06 5 Sibat 2025
- Jiyan
Derya Ren
MEREŞ - Di ser erdhejên 6’ê Sibatê de du sal derbas bû lê hîna gel di konteyniran de dijîn. Jinên mahkumê konteyniran hatin kirin diyar kirin ku ji ber konteynir tengin zehmetiyan dikşînin, li her derê mişk digerin û ji tirsan nikarin razên.
Di ser erdhejê navenda wê Mereş ya di 6’ê Sibata 2023’yan de pêk hat du sal derbas bû. Li gorî daneyên fermî 53 hezar û 537 kesî jiyana xwe ji dest dan û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn. Li Mereşê li gorî daneyên fermî 12 hezar û 713 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezarna birîndar bûne. Her wiha 15 hezar 940 avahî hilweşiyan û yên divê lezgîn bên hilweşandin jî wek 19 hezar û 194 hatin aşkerakirin.
Li navçeya Pazarcix a Mereşê 582 avahî ilweşiyan û serokomar daxuyand ku wê salekê de avahî bên teslîmikrin. Lê ev soz nehat cih. Di erdhejê de yên di kirê de bûn, di TOKÎ’yan de nebûn xwedî maf û hîna jî mahkumê konteyniran e.
Jinên li Pazarciê derbarê erdhejê de axivî û gotin desthilatdariyê sozê dane neanîne cih.
‘Em hewl didin bijîn’
Jina bi navê Server Kocaman (47) wiha got: “Ez hewl didim 4 zarokên xwe bidim xwendin. Bi qasî ku ji destê me tê em dikin. Ez nikarim xaniyek kirê bikim. Ez nikarim kirêya xanî ya xwestî bibînim. Niha bihayê xaniyan herî kêm 10 hezar TL ye û dema fatûreyên xwarin û vexwarinê û germkirinê lê zêde dibe, divê herî kêm 40-50 hezar meaş di bêrîka min de hebe. Ez beriya erdhejê di kirê de bûm. Lewma tu mafên min nîn in. Me her tişt winda kir. Niha em hewl didin ku di vê konteynerê piçûk de bijîn.”
‘Em ji tirsan ranazên’
Elîf Yaşkiran (65) tiştên ku di konteyniran de dijîn vegot: “Em rezîl û riswa bûne. Em li vir dirizin. Kirê bihane. Emnikarin debara xwe bikin. Li du neviyên xwe dinêrim. Du kurê min hene. Hatina me ya mehane 14 hezare. Kurekî min ji ber deynan întîxar kir. Mişk li her derê digerin. Em ji tirsan nikarin razên.”
‘Em zor û zehmetiyan dikşînin’
Fatma Ede (42) jî wiha anî ziman: “Berê em di kirê de bûn. Piştî erdhejê jî maf nedan me. Em anîn van konteyniran û em bêxwedî hiştin. Ez nexweşa epîlepsîme. Mûçeyê teqawîtê ya ji bavê min maye heye. Em sê kes debara xwe bi vê dikin. lê zehmete. Em li vir zehmetiyên mezin dikşînin.”
‘Alîkariya kirê birîn’
Zeynep Ede (679 jî daxuyakirin ku du sale di konteyniran de dijîn û got: “Keça min nexweşa epîlepsiye.Konteynir tengin. Em nikarin li vir bijîn. Kes alîkariyekê nadin me. Em terkî vir kirin.Derfetê me yê em biçin kirê tuneye. Berê alîkariya kirê didan lê niha ew jî birîn.”
4 hezar têrî çike?
Melek Yurdakul (80) jî daxuyakirin ku erdhejê de hemû malbata xwe winda kiriye û bi tena serê xwe di konteynirê de dijî. Melek Yurdakul wiha anî ziman: “Ne zarokên min man ne xwişk û birayên min. Cîran alîkarî didin min.Dewlet 4 hezarî didin min. Dermanên min hene, xwarina min heye. Ev pere wê têrî çi bike?”