
NY: Divê komkujiya li Sûriyeyê demildest bê rawestandin
- 18:24 9 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya têkildar komkujiyên Elewiyan ên li Sûriyeyê banga “Divê demildest qetilkirina sivîlên li Sûriyeyê bê rawestandin” kir. Almanyayê jî li ser komkujiyê daxuyanî da.
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî der barê komkujiya Elewiyan li Sûriyeyê de daxuyaniyek da.
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û wiha vegot:“Divê demildest qetilkirina sivîlên li Sûriyeyê were rawestandin. Raporên pir metirsîdar ên li ser qetilkirina malbatên ku di nava wan de jin, zarok û kesên neşerker hene, tên. Her wiha raporên qetilkirinên mezhebî yên bê darazî jî hene.Pêwîst e lêkolînên bilez, zelal û bêalî li ser van hemû qetilkirin û binpêkirinan bê destpêkirin û hesap ji berpirsiyaran bên pirsîn.”
Almanya:Pêşî li êrîşan bigirin
Hikûmeta Almanyayê qetilkriina zêdetirî 1000 kesên ku piraniya wan sivîl in weke "şokê” pênase kir.Di daxuyaniyeka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hikûmeta demkî divê rê li ber êrîşan bigire, lêkolînan bike û hesab ji berpirsyaran bipirse. Em bang li hemû aliyan dikin ku dawî li tundiyê