Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî hat avakirin

  • 13:56 9 Adar 2025
  • Çand û Huner
  
 
AMED - Jinên Kurd di daxuyaniya xwe ya ragihandina "Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî" de diyar kirin ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
 
Aktîvîstên zimanê Kurdî, endamên saziyên sivîl û gelek jin hatin cem hev û “Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî” îlan kirin. Jinên li Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm-Sen a navçeya Yenîşehîra Amedê li hev civiyan pankarta "Kurd, Kurdki, Kurdistan", "Cinî û ciwan, kultur û ziwan", "Kurdki nasname me ye", "Her ca Kurdki, her tim Kurdki" hilgirtin.
 
Di daxuyaniyê de pankartên “Ma cinî xo rêxistine kenê ziwanê xo azad kenê", "Sedsala jinê wê bibe şoreşa zimanê Kurdî" hatin vekirin. 
Endama Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) Emîne Oguz bi zaravayê Kurmancî û Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED DER) Şukran Yakut jî bi zaravayê Zazakî metin xwend.
 
Di dewamiya metnê de wiha hat gotin:"
 
Banga Rêberê gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalanî a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ji hemû gelên Rojhilata Navîn û her wiha ji bo me jinan gelek girîng e. Ev bangawazî jiyaneke nû ku hemû rengên wê dihewîne pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn û bi teybet jinan dike. Di heman demê de di sedsala 21'ê de li Tirkiye û Rojhilata Navîn deriyê avakirina civaka demokratîk vedike. Weke jinên dildarên Zimanê Kurdî em vê bangê dipejirînin û bi vê wesîleyê diyar dikin ku em ê hewcedariyên mîsyon û berpirsyariya ku vê bangê li me kiriye pêk bînin. Li gorî vê mîsyonê, ji bo ku em xebatên xwe bi rihê Banga Aştî û Civaka Demokratîk bidomînin û rêxistinbûna xwe xurt bikin, em jinên dildarên zimanê Kurdî Meclîsa xwe ya Jinê bi navê Meclîsa Jine Ya Zimanê Kurdî îlan dikin. Û bi vê minasebetê em bang li hikûmetê dikin: Divê di zûtirîn demê de şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan bê temînkirin û gavên berbiçav ên ku birêz Ocalan destnîşan kiriye demildest bên avêtin.
 Em jinên Kurd ku bi dehan salan e li hember zext û zordarîya arasteyî nasnameya xwe û zimanê xwe têkoşîneke bênavber didomînin destnîşan dikin ku ji bo ev sedsala nû bibe sedsala zimanê Kurdî û pêngava nû bi ser bikeve em dê têkoşîna xwe berfireh bikin. Em hewl didin hemû dildarên ziman ên jin di bin banê Meclisa Jinê ya Zimanê Kurdî de bînin ba hev û zimanê xwe ji çerxa bişaftin û xwebişaftinê xilas bikin. 
 
Em wek jinên Kurd bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di vê sedsala nû de ku hem kapîtalîzm, hem netewedewlet û hem jî hemû hêzên din ên cîhanê dixwazin dizaynek nû bidin avakirin de divê em bi xwedîkerketina li ziman, nasname û çanda xwe mohra xwe li vê sedsalê bixînin. Divê êdî em bêstatubûnê qebûl nekin, ji van polîtîkayên bişavtin û xwebişavtina ku ji destpêka komarê ve li ser gelê me tê meşandin re bibêjin êdî bes e û di vê sedsala nû de bikaribin mafên xwe yên xwebûniyê bi dest bixînin. 
Divê gelê Kurd ji bîr neke ku ziman, ruh û jiyan e, nasname û xwebûn e, bîr û hişmendî ye, rûmet û şanazî ye. Jê qerîna ji ziman jê qerêna ji rûmetê ye. Divê di serî de jinên Kurd hemû gelê me ji îro û pê ve li hemberî van polîtîkayên bişavtinê ku sed salê bi awayeke pergalî tên meşandin helwesta xwe nîşan bide û ji vê bişavtina sed salan re bibêje êdî bes e. 
Îro li gelek welatên cîhanê perwerdehiya pirzimanî û mafê fermîbûna ziman hatiye naskirin û qebûlkirin. Gel hene ku gelheya wan ne bi milyonan bi hezaran e lê dîsa xwediyê mafê perwerdehî û fermîbûna zimanê xwe ne lê bi milyonan Kurd ji mafê xwe yê mirovî yê bingehîn bêpar hatiye hiştin. Bêdengiya me ya li hember vê binpêkirina mafê bingehîn a mirovî û qirkirina ziman pejirandina wendabûna ruh û xwebûniyê ye. 
Êdî em jinên Kurd destûrê nadin ku tu hêz me ji ruhê me, ji nasname û ji zimanê me bê par bihêle. Wek Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî, em dê li hember her cure polîtîkayên bişaftinê têbikoşin, rola dîrokî ya jinê ya di hêla ziman de hêzdar bikin û ji bo zimanê Kurdî bighîje statuya makezagonî xebatan bimeşînin. 
 
Em jinên ku ji bo aştiya civakî her tim di refên herî pêş de têdikoşin em ê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî jî bidomînin.
 
* Em dê mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê biparêzin: Ji bo zimanê Kurdî ji pêştdibistan heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê em dê xebatan bimeşînin. 
 
* Em dê hilberîna ziman a jinan teşwîq bikin: Em dê di qadên wek wêjeya Kurdî, huner, medya û xebatên akademîk de berbiçaviya jinan zêde bikin. 
 
* Em dê bikaranîna zimanê Kurdî ya di qadên gelemperî de berbelav bikin: Em dê bi awayekî azad bikaranîna zimanê Kurdî ya di saziyên fermî, medya, kuçeyan û di jiyana civakî de teşwîq bikin. 
 
* Em dê hişmendiya Ziman Zêde Bikin: Ji no berbelavkirina axaftina Kurdî ya di nav malê de, di nav malbatê û di nav civatan de em dê xebatên hayjêbûnê saz bikin. 
 
* Em dê hevkariya navneteweyî hêzdar bikin: Em dê bi têkoşînên ziman ên tevgerên jin û gelên li welatên cuda re li cihekî hevpar bên ba hev û hevkariyê mezin bikin.