
Li Qersê ji bo girtiyên jin qert hat şandin
- 18:13 6 Adar 2025
- Rojane
QERS - Li Qersê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo girtiyên jin qert hat şandin.
Jinên Qersê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo girtiyên jin qert şandin. Hevşaerdara Dîgorê Ulker Ozadîktî û hevşaredara Qaxizmanê Guner Hatay ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin û jinên partiyî tevli bernameyê bûn.
Di bernameyê de li ser piştevanî û têkoşîna jinan hat sekinandin û ji bo girtiyên jin qert hatin amadekirin. Di qertên hatin şandin de li ser rola jinan a di pêvajoyê de sekinin.
Bername bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.