Ji Tevgera 78’an ji bo banga sedsalê piştgirî

  • 18:17 6 Adar 2025
  • Rojane
STENBOL - Tevgera 78'an diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got:"Em ê di vê pêvajoyê de erkên xwe bi cih bînin."
 
Tevgera 78’an der barê “Banga Sedsalê” ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hat dayin de daxuyaniyeke nivîskî da û ev titş got: “Ji damezrandina Komarê heta salên 70’î bi rastiya hebûna Kurdan re ti pirsgirêk nehatin çareserkirin. Pirsgirêkên di damezrandina Komarê de mîras mane. Em şahid û hem jî aliyên pirsgirêkên piştî salên 70’yî ne.”
 
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Ji bo 'Aştiya Civakî û Civaka Demokratîk; dema ku lêgerîna hiqûqî û siyasît ê kirin de divê bi serpêhatî û rastiyên Komarê re rû bi rû bên û di derxistina rastiyan de wijdanê civakê bê rehetkirin. Nêzîkatiya bi berpirsyarî ya hemû aliyan wê pêvajoyê bi leztir bike. Em piştgiriyê didin banga 'Aştiya Civakî û Civaka Demokratîk' û diyar dikin ku em ê di vê pêvajoyê de erkên xwe bi cih bînin."