
Festîvala Fîlman a Amedê piştî 8 salan dîsa wê bê lidarxistin
- 12:20 2 Adar 2025
- Çand û Huner
AMED - Piştî civîna du rojan 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî starta xwe da.
Di çarçoveya Civîna Amadekar a 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di navbera 28'ê sibat û 1'ê Adarê de li Amedê tê lidarxistin de, ji welatên cihê, festîval û saziyan sînemager hatin cem hev. Nûnerên Festîvalên Fîlmên Kurd û sînemagerên Kurd jî beşdarî civînê bûn. Piştî civîna du rojan 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî starta xwe da.
Di civîna ku Festîvala Fîlman dest pê kir de ev daxuyanî hat dayîn:
"Em ji cihê ku me hiştiye dewam dikin…
Di mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, civîna amedekariya Festîvala Filman a Amedê hate lidarxistin. Di civîna ku di navbera 28’ê Sibat û 1’ê Adarê de pêk hat de ji gelek welatan, festîvalên filman û saziyên sînemayê sînemavan li hev civiyan. Her wiha nûnerên festîvalên Kurdî û sînemavanên Kurd jî beşdarî civînê bûn. Di nîqaş û pêşniyarên du rojan de em gihîştin van encaman. Em bi kêfxweşî starta Festîvala Fîlman a Amedê didin.
Heşt sal e hewl dan ku bi rêya qeyûman me lal bikin, bêdeng bikin, bê reng bihêlin û bêhnê li me biçikînin. Saziyên me yên çand û hunerê girtin û festîvalên me qedexe kirin. Lê îro bi bilindbûna dengê aştiyê û ji bo bêhnvedaneke azad Festîvala Fîlman a Amedê ji cihê ku mabû bi ruhê xwe yê serbixwe, hevpar û azadîxwaz rêwîtiya xwe ya sînemayê didomîne.
Em hayedar in ku li cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn em li ber guhertinên dîrokî ne û pêwîst e ku festîvalên fîlman jî divê li ber vê guherînê wek xwe nemînin. Berpirsiyariya fîlmçêker û festîvalan jî di vê pêngava veguherîna dîrokî de heye û pêwîst e ku ew bi ramanên afirîner beşdarî vê pêvajoyê bibin.
Festîvala Fîlman a Amedê li dijî nêzîkatiya ku sînemayê tenê wekî berhemeke pîşesazî dibîne, armanc dike ku qada hevdîtinê ya ku têgihiştina hunerî ya demokratîk, civakî, wekheviya zayendî ya civakî, ekolojîk û alternatîf biafirîne. Ev festîval armanc dike ku di xeteke azadîxwaz û hevgirtinê de beşdarî pêşketina hunera sînemayê bibe, di heman demê de piştrast dike ku hilberên sînemayî yên ku bi nirxên bingehîn ên gelan ve xwe xurt dikin û ji hêla fikarên darayî ve ne sînordar in bi temaşevanan re parve bike.
Festîval, her çend cihêrengiya hunerî û çandî di sînemayê de derdixe pêş, bi taybetî jî balê dikişîne ser nûnertiya jinan a di qada sînemayê de û rola wê ya çalak di pêvajoya hilberînê de. Ji bo sînemagerên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî sînemagerên Kurd û hemû hunermendên cîhanê yên xwedî nirxên wekhev in, erka afirandina zemîneke têkilî û hevgirtinê girtiye ser xwe.
Festîval, bi nêzîkatiya sînemaya civak-navendî û serbixwe, armanc dike bibe platformeke ku berhemên azadîxwaz, şoreşger û civakî li hev bicivin. Yek ji armancên me yên sereke jî ew e ku di serî de fîlmên ku li Rojhilata Navîn têne hilberandin û berhemên li seranserê cîhanê ji bo pirsgirêkên civakî hestiyar in, derkevin pêş û werin xuyakirin.
Cîhana sînemayê ya li Tirkiyeyê di van salên dawî de bi zextên giran rû bi rû dimîne û gelek festîvalên fîlman bi sansûr û qedexeyan re têkildar in. Di vê çarçoveyê de 3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ji nêzîkatiya hevrikiyê (pêşbazî) wêdetir li ser esasê hevgirtinê têgihiştinek pêk bîne û rê nede sansurê.
Festîvala ku ji derveyî sînorên pîşesazî û di çarçoveya civakî û çandî de pêşveçûna hilberîna hunerî piştgirî dike, li ser van prensîbên jêrîn pêk tê:
Parastin û piştgirîkirina cihêrengiya çandî.
Wekheviya zayendî ya civakî û azadiya jinê prensîbên bingehîn in.
Xuyakirina berhemên ku bi hesasiyeta ekolojîk têne hilberandin.
Piştgiriya sînemaya ku ji aliyê gelên bi nasnameya xwe û bi zimanên zikmakî ve tê çêkirin.
Di festîvalê de bernameyeke piştgiriya senaryoyê jî heye ku hewl dide sînemaya Kurdî pêş bixe. Taybet jî çaverê û li bendê ye ku senaryoyên bi Kurdî werin nivîsandin. Armanc ew e ku di warê sînemayê de bingehek hilberînê ya xurt were afirandin.
Di festîvalê de fîlmên dirêj ên çîrokî, belgefîlm û kurtefîlm hene. Festîvala me bi baweriya hêza veguherîner a sînemayê, wê di çarçoveya hin mijaranên diyarkirî de xelatên teşwîqê bide. (mijaran wê festival diyar bike)
Nîşandana fîlman dê ne tenê li salonên sînemayê be, dê li cihên cuda yên hundir û derve yên bajêr belav bibin. Her wiha dê komeleyên çandî û saziyên sivîl jî hevkarên me bin ji bo ku festîval bi coştir pêk were. Bi vî rengî, festîval dê bi entegrebûna bi tevna bajêr re bigihîje temaşevanek berfireh. Wekî din, dê bi riya hevpeyvîn, panel û kargehên cihêreng, di navbera fîlmçêkeran de raman bên guheztin û ji bo sînemagerên ciwan qada ezmûna afirîneriyê dê were pêşkêşkirin.
3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ku wê di Mijdara 2025'an de pêk were, armanc dike ku sînema bi gel re bîne cem hev, hilberîna hunerî teşwîq bike û ji bo sînemageran bingehek alternatîf a hevgirtinê ava bike. Di vê çarçoveyê de em li bendê ne ku hemû hevalên me yên sînemager festîvala me hembêz bikin û em wan vedixwînin festîvala xwe.