Du nivîskarên binçavan de hatin berdan

  • 18:16 6 Adar 2025
  • Rojane
AMED - Nivîskarên Kurd Ronayî Oner û Samî Tan ku çarçoveya lêpirsîna ‘Hînkerê’ de hatibûn binçavkirin hatin berdan û sê kesên din yên binçavan de  wê sibê derxin dozgeriyê.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatiye meşandin de duh nivîskar Ronayî  Onen, Samî Tan hatibûn binçavkirin û îro hatin berdan.  Ronayî Onen li Amedê hatibû binçavkirin û Samî Tan jî li Rihayê. Piştî îfadeyên emniyetê îro bi SEGBÎS’ê îrade dan Serdozgeriya Komarê ya STenbolê. Piştî îfadeyan bi daxwaza kontrola edlî sewqê Dadgeriya Ceza Sulh hatin kirin.
 
Piştî îfadeyên ji aliyê 5’emîn Dadgeriya Ceza Sulh ve hatin girtin Ronayî Onen û Samî Tan bi şerta kontrola edlî hatin berdan.
 
Mevlut Aykoç, îzzet Çina rû Şukran Çinar jî wê sibê sewqê dozgeriyê bikin.