Li endama HDK'ê lêgerîna tazî hat ferzkirin

  • 16:15 6 Adar 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Endama Meclîsa Giştî ya HDK'ê Esengul Demîr li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi lêgerîna tazî rû bi rû ma. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dabû destpêkirin de, di 18’ê Çileyê de li 10 bajaran di serdegirtina malan de bi hinceta “endamên rêxistinê ne” 51 kes hatibûn binçavkirin.
 
Hate hînbûn ku endama Meclisa Giştî ya HDK'ê Esengul Demîr a di operasyona li dijî HDK'ê de hat girtin, li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya ku piştî binçavkirinê hat girtin, bi lêgerîna tazî rû bi rû maye. 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal diyar kir ku wê bi Esengulê re hevdîtin kiriye û lêgerîna tazî li ser Esengulê hatiye ferzkirin.