
'Em têkoşîna Dayika Hogir dewam dikin'
- 09:04 9 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hediya Abdullah (Dayika Hogir) a di rêya têkoşîna doza xwe de jiyana xwe ji dest da mîrateyeke mezin li dû xwe hişt. Têkildarî naskirina jiyan, ked û têkoşîna Hediya Abdullah keça wê Lorîn Xelîl û hevala wê Silamet Mihemed behsa wê kirin û gotin:"Em têkoşîna Dayika Hogir dewam dikin."
Dewleta tirk di şeva 20’ê Mijdara 2022’yan de bi balafirên şer û keşfê stasyona eletrîkê ya gundê Teqilbeqil ê Koçerat ê bajarê Dêrikê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de Hediya Abdullah jî di nav de 12 kesên ku berê xwe dabûn cihê bûyerê ji bo birîndaran rizgar bikin jiyana xwe ji dest dan. Hediya Abdullah a bi pêşketina Şoreşa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re berê xwe da Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşketin û parastina şoreşê xwedî roleke girîng bû û bi canbexşane di her kêliyê de amadebû ji xizmeta şoreşa jinê re jî di nava girseya berê xwe da cihê bûyerê de bû.
Ji Şamê ber bi qadên şoreşê ve
Hediya Abdullah bi navê dayika Hogir tê nasîn di temenê 48 salî de ji nava heval, dost û hezkiriyên xwe bar kir. Ew li bajarê Qamişloyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye dinyayê. Di zaroktiya xwe de ji ber sedemên tengaviya aborî koçberî bajarê Şamê yê Sûriyeyê bûye, li wir mezin bûye û zewiciye. Dayika 6 zarokên wê hene sala 2013’an berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û pêşengiya şoreşa jinê dike. Dayika Hediya Abdullah jiyana tijî ked û têkoşîn meşand û heya kêliya dawiyê jiyana xwe li hemberî hêzên dagirker sekinî, helwest li dijî topbarana dewleta tirk nîşan da û gihîşt asta şehadetê. Têkildarî naskirina jiyan, ked û têkoşîna Hediya Abdullah keça wê Lorîn Xelîl û hevala wê Silamet Mihemed behsa wê kirin.
‘Dilê wê bi têkoşînê tijî bû’
Lorîn Xelîl behsa jiyana dayika xwe ya di nava malê de kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dayika min di malê de jineke xwedî sekneke bi heybet û cesaret bû. Em li bajarê Şamê yê Sûriyeyê hatine dinyayê û mezin bûne. Di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de dayika min biryar da em werin li Rojavayê Kurdistanê bijîn, ji ber şoreşa jinan li vir bilind bû dixwest yek ji pêşengên wê be. Berî niha jî li bajarê Şamê jinan birêxistin dikirin û xwedî erk û misyon bû di nava rêxistina jinan de lê karê wê yê pratîk zêdetir li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Di nav malê de jî bi hemû watedariya xwe dayik bû, li kul û xemên me guhdar dikir û rewşên me çareser dikirin. Rast e beşek ji jiyana xwe ji kar re veqetandibû lê rola xwe ya dayikbûnê xweş dilîst. Dilê dayika min tijî têkoşîn bû, ji tu kesî neditirsiya. Em jî li ser esasê hezkirina welatparêziyê mezin kir û hemû jî tevî xebatan kirin. Hê di zaroktatiyê de dayika min hezkirina rêxistinkirina jinan di dilê me de mezin dikir, da ku em bibin xwedî hêz û vîn. Tu carî li pêşiya me nebû asteng û bi xwe me beşdarî xebatan dikir. Dayika min jineke di fikir û tevgera xwe de azad bû.
'Wê têkoşîna wê bidome'
Lorîn Xelîl da zanîn wê têkoşîna dayika wê her bidome û wiha pê de çû:"Di nava civakê de jî bi rêzdarî qala wê dihat kirin û bi ruhekî şoreşgerî tevli her xebatê dibû. Di xatirxwestina xwe ya dawî de jî heman sekn nîşan da, dema gotin gundê Koçerata tê topbarankirin dayika min bi vîneke xurt ji mala xwe derket û berê xwe da cihê bûyerê. Me jê re got topbaran giran e neçe, got rast e hûn zarokên min in, kesên niha birîndar jî bûne zarokên min in ez ê biçim ba zarokên xwe. Heya li wir li cihê bûyerê jî hevalên wê ji me re gotin ku çawa tiliya xwe dirêjî çavên Amerîkiyan kiriye û helwesta xwe li hemberî dagirkeriyê nîşan daye. Bi rastî em bi dayika xwe serbilind in, ji ber ne tenê dayika me bû dayika hemû zarokên vî welatî bû. Em soz didin giyanê dayika xwe ku heya dawiyê wê têkoşîna wê bê domandin û tola wê ji dijminên dagirker bistînin.”
‘Em ê ruhê şehîd Hediya bi serkeftinê şad bikin’
Hevala dayika Hediya Abdullah, Silamet Mihemed li ser kar û xebatên xwe bi dayika Hediya re axivî û wiha got: “Destpêkê ez sersaxiyê ji malbata hevala xwe Hediya re dixwazim. Min hevaleke xwe ya kar û xebatê winda kir lê dema ez wê têkoşîna wê tînim bîra xwe pê serbilind dibim. Berî niha me di Kongra Star de bi hev re xebat dida meşandin, şehîd Hediya roleke girîng di komkirina jinan de û girêdana wan bi rêxistina jinan re da meşandin. Wisa di her çalakî û mijarê de pêşeng bû, xwedî nêrîn û biryar bû. Dema Hêzên Parastina Cewherî Jin hatin damezrandin, Hediya erkek girîng da ser milên xwe ku bi dayik û bavên vê civakê re parastina bajarên xwe di nav taxan de bike. Der barê vê yekê de gelek dayikên weke xwe welatparêz kom kirin û hişt bi erkên xwe yên şoreşê rabin. Di hemû tax, kolan, sazî û her cihî de şehîd Hediya amade bû, rojekê negot ez westiyam. Di gelek çalakiyên şermezarkirina dewleta tirk de ew amade bû, pêşengî ji dayikan re dikir ku helwesta xwe bidin nîşandan. Me hêrseke mezin jê digirt, piştgiriya şervan û zarokên vî gelî dikir. Ji hevaltiyê re vekirî bû, ruhekî civakî pir xurt li gel wê hebû. Gotinên wê dagirtî bûn û mirov di gelek mijaran de dida îqnakirin. Şehîd Hediya jiyana wê ya têkoşînê mezin hebû û bi têkoşîneke mezin jî şehîd bû. Pir qîmet dida jinan, hevgirtin û yekîtiya wan. Em soz didin zêdetir xebatên xwe xurt bikin û ruhê dayika Hediya bi serkeftinan şad bikin. Em ax û welatê xwe ji dijminan re bernadin û heya dawiyê em ê parastina xwe bikin.”