Sezîn Uçar: Bang derfetek dîrokî ye

  • 09:02 9 Adar 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Sezîn Uçar da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Derfetek dîrokiye" û da zanîn ku divê bang bê nirxandin û di vê pêvajoyê de hemû aliyên civakî xeta têkoşînê mezin bikin.
 
Banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ve di 27’ê Sibatê de hat deklere kirin. Piştî bangê PKK’ê agirbest îlan kir. Lê hîna desthilatdariyê tu gav navêtiye. Ji seranserê cîhanê ji bo bangê piştgiriyek mezin tê nîşandan.
 
Cigira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan parêzer Sezîn Uçar der barê banga Abdullah Ocalan de axivî.
 
Sezîn Uçar da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangek dîrokiye û wiha anî ziman: “Dîrokîbûna xwe tenê ji metna bangê nagire, ji têkşoîna 50 salî û daxwazên rewa yên Kurdan digire. Ya girîng ev e desthilatdarî wê li dijî vê bangê çi bike. Ev bang îro yek alî hatiye kirin. Ji ber vê wê çawa nêzî bangê bibin girîng e. Gelek girîng e ku desthilatdarî bersivek çawa bide”
 
‘Divê pêvajoya muzakereyê bê meşandin’
 
Sezîn Uçar destnîşan kir ku hem wek hêzên civakî hem jî wek partî, wek hêzên sosyalîst yên welat divê ev daxwazên vê bangê di xetek polîtîk a pêşketî de bê pêşxistin û wiha vegot: “Yek alî tu encam nayên girtin. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Di serî de birêz Ocalan û girtiyên siyasî divê bên berdan. Divê dewlet bersivê bide agirbestê. Divê êrîşên li hember Rojava bidawî bin. Divê gavên qanûnî bên avêtin. Divê pêvajoya muzakereyê û azadiya Birêz ocalan bê meşandin.”
 
‘Divê mafê Kurdan bikin bin ewlehiya qanûnî’
 
Sezîn Uçar balkişand ser operasyonên siyasî û wiha dirêjî dayê: “Meha borî di operasyona hat kirin de gelek rêveberên partiyê û hevalên me hatin girtin. Dîsa di lêpirsîna HDK’ê de gelek hevalên me hatin girtin. Tayînkirina qeyûman didome. Ger ku dewlet behsa demokrtîbûnê bike divê demildest dawî li van pêkanînan bîne. Divê mafên Kurdan bikin bin ewlehiya qanûnî.”
 
‘Bang ji bo hemû gelan e’
 
Sezînê destnîşan kir ku banga ‘aştî û civaka demokratîk’ wek têkoşîna azadiya polîtîk dinirxînin û got ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelane.  Sezîn Uçar di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Divê hemû hêzên demokratîk yên civakî xwedî li bangê derkevin. Divê têkoşîna wekhevî û azadiyê bê meşandin.  Divê xeta têkoşîna siyasî bê mezinkirin.”
 
‘Derfetek dîrokiye’
 
Sezîn Uçar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku em li gel geşedanên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn li ber çavan bigirin ev bang di heman demê de firsendeke dîrokî ye. Bêguman divê bê nirxandin. Pêwîst e kedkar û kedkarên Tirk di warê azadiya xwe de bersiva vê bangê bidin. Ji ber ku NATO, rêxistina şer a herî mezin a cîhanê, xwe ji şerên bihêztir re amade dike. Li Rojhilata Navîn şer diqewime. Hemû hêzên civakî di gihandina derfetên ku wê ev bangawaziyê biafirîne û wan bikin mijara polîtîkaya şênber, xwedî berpirsyariyeke gelekî girîng in. Divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne, vê bangê bigire dest û berfireh bike. Li pişt vê bangê jî divê hemû beşên civakî ji bo naskirina hebûna netewî ya Kurd û veguhertina wê weke garantiyeke destûrî berpirsyariya xwe bi cih bînin.”