
ROJEVA 9'Ê ADARA 2025'AN
- 09:00 9 Adar 2025
- Rojev
*Hediya Abdullah (Dayika Hogir) a di rêya têkoşîna doza xwe de jiyana xwe ji dest da mîrateyeke mezin li dû xwe hişt. Têkildarî naskirina jiyan, ked û têkoşîna Hediya Abdullah keça wê Lorîn Xelîl û hevala wê Silamet Mihemed behsa wê kirin û gotin:"Em têkoşîna Dayika Hogir dewam dikin."
*Pêkhateyên HDK’ê der barê krîmînalîzekirina HDK’ê de nirxandin kirin û gotin: “Têkoşîna me ya polîtîk didome. Em bo xurtirina rêxistibûnên HDK’ê hewl didin. Têkoşîna ji bo jiyaneke demokratîk çawa tê terorîzekirin?” BI DÎMEN
*Halîde Turkoglu da zanîn ku piştî banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo avakirina civakek demokratîk û aştiyane wê bi jinan re bên gel hev û got: “Birêz Ocalan banga xwe kir. Berpirsyarî dikeve ser milê dewletê lê dikeve ser milê me jinan û hemû aliyan.” DÎMEN HEYE
*Sezîn Uçar da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Derfetek dîrokiye" û da zanîn ku divê bang bê nirxandin û di vê pêvajoyê de hemû aliyên civakî xeta têkoşînê mezin bikin. BI DÎMEN
*Pîrozvahiyên cejna Newrozê îsal wê li 89 navendan pêk bê. Li hezaran navend, navçe, bajarok, gund û taxan wê agirê Newrozê bê pêxistin.