
Gumanbarê ku li Amedê jinek qetil kir hat binçavkirin
- 20:34 9 Adar 2025
- Rojane
AMED- Di êrîşa çekdarî ya li hember Starbucks de gumanbar SçK ku jina bi navê Merve Nur Yararlik qetil kir hat binçavkirin.
Li navçeya Rezan a Amedê li navenda dan û standinê ya Nînovayê li hember Starbucksê ji aliyê kesekî ku nasnameya wê nehat zanîn ve êrîşa çekdarî pêk hat. Di bûyera ku duh hat jiyîn de Merve Nur Yararlik hat qetilkirin û du kes jî birîndar bûn.
Piştî êrîşê gumanber cihê bûyerê reviya û der barê girtina wî de xebat hat destpêkirin. Çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de hat tespîtkirin ku gumanbarê ku Merve Nur Yararlik qetil kiriye, S. K ye. Gumanbar li mewkiya Pîrînçlîkê hat binçavkirin.