Şaredariya Rêya Armûşê li Sixkê navenda jinan a jiyanê vekir

  • 19:20 6 Adar 2025
  • Rojane
WAN - Şaredariya Rêya Armûşê , li TOKÎ’yê Sixkê navenda jiyanê ya jinan, mala şînê ya jinan û navenda etutê vekir.
 
Şaredariya Rêya Armûşê , li TOKÎ’yê Sixkê navenda jiyanê ya jinan, mala şînê ya jinan û navenda etutê vekir. Hevşaredariya Rêya Armûşê Canan Uzunay, hevseroka DBP’a Wanê Gonul Uzunay rêxistinên DEM Partiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û jinên Sixkê tevli bernameyê bûn. 
 
Jinan li ber erbaneyan govend gerandin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berz kirin. 
 
Hevseroka DEM Partî ya Rêya Armûşê Nurhayat Polat di vekirinÊ de axivî û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir. 
 
Canan Uzunay jî 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got ew sozên ku dane jinan tînin cih û got derfetan dikin xizmeta gel.
 
Gonul Uzunay jî da zanîn ku wê mîtînga 8’ê Adarê di 9’ê Adarê de li Parka Aştiyê ya Musa Anter bê pîrozkirin û hemû  jin vexwendiyê mîtîngê kir. 
 
Piştî axaftinan navend hat vekirin.