Ji bo hevdîtina mezin bang: Em bi hev re têbikoşin
- 20:11 6 Adar 2025
- Rojane
STENBOL- Platforma Jinan a 8’ê Adarê ji bo ‘Hevdîtina Mezin a Jinan’ belavok belav kirin û wiha bang kirin: “Ji bo em ji polîtîkayên mîlîtarîst, nîjadperest, zayendperest re bêjin na, ji bo em li dijî vê tarîtiya ku dora me pêçaye gotin xwe bêjin, bi hêrs, serhildana xwe 8’ê Adarê saet di 13.00’an de li Kadikoyê tên gel hev.”
Platforma Jinan a 8’ê Adarê bi dirûşmeya ‘Bi hev re têkoşîn’ di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Kadikoyê saet di 13.00’an de hevdîtina mezin a jinan pêk tîne. Ji bo hevdîtinê li Kadikoyê belavok hatin belavkirin. Gelek jin tevli belavkirina belavokan bûn û parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu jî tevli bû.
Jinên li ber Operaya Sureyya hatin gelhev, belav belavkirin û îfadeyên di belavokê de xwendin. Di belavokê de ev bang hat kirin: “Ji bo em ji polîtîkayên mîlîtarîst, nîjadperest, zayendperest re bêjin na, ji bo em li dijî vê tarîtiya ku dora me pêçaye gotin xwe bêjin, bi hêrs, serhildana xwe 8’ê Adarê saet di 13.00’an de li Kadikoyê tên gel hev.”