Li Qersê ji bo girtiyên jin qert hat şandin 2025-03-06 18:13:00   QERS - Li Qersê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo girtiyên jin qert hat şandin.   Jinên Qersê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo girtiyên jin qert şandin. Hevşaerdara Dîgorê Ulker Ozadîktî  û hevşaredara Qaxizmanê Guner Hatay ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin û jinên partiyî tevli bernameyê bûn.    Di bernameyê de li ser piştevanî û têkoşîna jinan hat sekinandin û ji bo girtiyên jin qert hatin amadekirin. Di qertên hatin şandin de li ser rola jinan a di pêvajoyê de sekinin.   Bername bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.