
Qeyûm afîşên 8'ê Adarê asteng kir
- 15:01 6 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Qeyûmên Êlih û Mêrdînê destûr nedan ku afîşên ji bo mîtînga 8’ê Adarê hatibûn amadekirin li bîlboardan bên daliqandin.
Jin amadekariyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê didomînin. Qeyûman destûr nedan ku li bilboardên Êlih û Mêrdînê afîşên bi wesîleya 8'ê Adarê ku wê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li bajarên Kurdistanê bê pîrozkirin, bên daliqandin.
Serlêdana bîlboardê ya ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya li Êlihê ya bi pêşengiya TJA'yê bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinê serî radikin, ji bo azadiyê dimeşin" ji aliyê qeyûm ve hat astengkirin. Li ser serlêdana ji bo bîlboarda bangê ya ku tê plankirin li gelek deverên bajêr bê daliqandin, qeyûm wiha bersivand: "Di meha Remezanê de bîlbord tijî dibin."
Mîtîng wê saet di 11:00 de li Parka 8'ê Adarê bê lidarxistin. Hunermend Xecê dê di mîtîngê de derkeve ser dikê û Cîgira Seroka Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyigît wê bibe axaftvan.
Mêrdîn
Her wiha walî Tuncay Akkoyun ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, daliqandina afîşan a li bîlbordên li bajêr jî asteng kir. Afîşên ku ji bo mîtînga 8'ê Adarê roja Duşemê 3'ê Adarê bê lidarxistin, tevî peymana berê ya bi saziya reklamê re hatibû çêkirin, nehatin daliqandin.
Afîşên ku bi 4 zimanan hatibûn amadekirin li bilboardan nehatin daliqandin. Parlamentera Bajêr Bêrîtan Guneş Altin jî mijar xist rojeva Meclîsê.
8'ê Adarê saet di 12:00'an de wê li Qada Newrozê ya navçeya Nisebîn a Mêrdînê mîtîngek bê lidarxistin. Di mîtîngê de Hunermend Rûken Yilmaz wê derkeve ser dikê û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Aktîvîsta TJA'yê Fîdan Çîmen wê biaxivin.