Berdevka Dîplomasiya TAJÊ: Hedefa êrişan Rêveberiya Xweser e
- 09:05 11 Kanûn 2024
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî da zanîn ku komên SMO yên girêdayê Tirkiyeyê, êrişên HTŞ’ê yên li hember hikûmeta Şamê derfet dît û êrişê Rêvebeiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye û wiha got: “Êrişên Tirkiyeyê li hember destkeftiyan e. Ger pêşiya van çeteyan neyê girtin wê xetere ji bo hemû herêmê derbasdar be.”
Heyet Tehrir el-Şam (HTŞ) di 26’ê Mijdarê de êrişê Haleb, Humusê kir û gelek bajar kir bin kontrola xwe. Di encama êrîşên HTŞ’ê de Şam xistin bin kontorla xwe û rejîma Baas ya 62 salî xist. Piştî xistina rejîmê, rewşa Sûriyeyê wê çawa pêş bikeve, bû sedema pirsnîşanan û komên paramîlîter yên Tirkiyeyê Tirkiyeyê, li hember herêmên bin kontrola Rêveberiya Xweser de êrişa dagirkirinê da destpêkirin. Rêveberiya Xweser ku li dijî êrişan berxwedanek mezin nîşan da, peyama di 2014’an de çawa bi rihê Kobanê berxwedane wê îro jî bi heman awayî berxwe bidin, dan.
Tiştên tên jiyîn dijmirovahiye
Sûham Şengalî da zanîn wek jinên Şengalê berxwedana Rojava silav dikin û balkişand ser êrişên komên paramîlîter yên girêdayê Tirkiyeyê. Sûham Şengalî wiha vgot: “Em li rewşa pêş dikeve dinêrin ev ne peymanek herêmiye, peymanên navneteweyî di dewrê de ne. Ji ber dema êrişan dest pê kir hikûmeta Şamê û Rûsya vekişiya. Berê jî dema Dewleta Tirk êrişê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir, DYA’yê xwe kişandibû. Bi êrişan xwestin gel bitirsînin. Di êrişan de tabloya di 2014’an de DAIŞ’ê êriş kiribû, tê dîtin, îşkence, qetilkirin. Pêkanînên dijmirovahî. Hedef Rêveberiya Xweser e. Armanca HTŞ’ê xistina hikûmeta Şamê be; êrişên Tirkiyeyê destkeftiyên Kurdan e. Pêşiya vê neyê girtin wê xetere ji bo hemû herêmê derbasdar be.”
‘Em zîhniyeta DAIŞ’ê dibînin’
Sûham Şengalî bi lêv kir ku wek TAJÊ wê li Rojava bi jinan re di piştevaniyê de bin û wiha dirêjî dayê: “Çi ji destê me bê em ê bikin. Ji ber komkujiya di 2014’an de jinên êzidî jiyan niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn. Em zîhniyeta DAIŞ’ê niha dibînin. Ji ber vê jî divê em jin bêdeng nemînin. Me wek TAJÊ çawa ji bo jinên Êzidî têkoşîn da em ê niha jî bidin. Çi bikeve ser milê me em ê bikin. Peywira me ya esas eve e.”
Ji bo saziyên mafê mirovan bang
Sûham Şengalî got divê bi rihê Şengal û Kobanê berxwe bidin û wiha dawî lê anî: “Parastina gelê me peywira me ya esas e. Niha hemû gel bi hev re berxwe didin. Li hember civakê jinan êrişên çavsor pêk tên. Em wek TAJÊ bang li hemû saziyan dikin. Em li dijî êrişan bibin xwedî helwesta hevpar. Em destûr nedin van êrişan.”