Qanûnên li Tirkiyeyê jinan naparêze
- 09:02 7 Kanûn 2024
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Endama lijneya rêveberiya şaxa ÎHD’a Amedê Esra Saçaklidir der barê tundiya li ser jinan ku her diçe zêde dibe axivî û got sedema qetilkirinên jinan polîtîkayên ku dewlet ji bo jinan pêk tîne ye.
Feshkirina Peymana Stenbolê, nîqaşkirina qanûna 6284 û polîtîkayên bêcezahiştinê rê li ber qetilkirina jinan û her cureyê tundiya li ser jinan vedike. Gumanbarên ji polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê digirin sûcên xwe didomînin. Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, Rapora Binpêkirina Mafên Jinan a salekê di rojên borî de bi hevkariya çapemeniyê ji rayagiştî re parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di salekê de 114 jin hatine qetilkirin û ev jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe bav, bira, hevjîn û kurên xwe ve hatine qetilkirin. Sedema qetilkirinan jî herî zêde destberdan an jî ji ber daxwazên mêr neanîne cih, pêk hatiye.
Endama lijneya rêveberiya şaxa ÎHD’a Amedê Esra Saçaklidir der barê mijarê de axivî.
‘Sedema tundiyê newekheviya zayendî ye’
Esra Saçiklidir daxuyakirin ku tundiya sîstematîk a li ser jinê ji ber newekheviya zayendî ya civakî pêk tê û wiha got: “Her wiha dîsa polîtîkayên bêcezahiştinê tundiyê zêde dike.Tundiya li ser jinan ne tenê fîzîkî ye. Di heman demê de psîkolojîk, aborî û civakî ye. Qetilkirina jinan di nav malbatê de zêde bûye. Sedema vê newekheviya zayendî û polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Peymana Stenbolê hat feshkirin. Peymana Stenbolê mexdûrên tundiyê diparast, gumanbarên cînayetên jinan ceza dikir. Vê peymanê berpirsyarî dida ser dewletan.Tirkiyeyê di 2011’an de ev qebûl kir û îmze kir. Dîsa qanûna 6284'an heye. Vê jî Peymana Stenbolê esas digirt. Lê ev qanûn di şertên Tirkiyeyê de bi bandor nayê bikaranîn.”
Esra Saçaklidir bi lêv kir ku dewlet ji bo parastina jinan berpirsyariya xwe nayne cih û ligel vê jî qanûnan pêk nayne. Esra Saçaklidir wiha vegot: “Peymana Stenbolê berpirsyarî dida dewletan. Dest ji qanûnê kişandin tê weteya şûnde gav avêtinê. Yanî pêknehatina hiqûqê ye. Ev vê nîşan dide. Ev rewş jî mixabin rê li ber newekheviya zayendî û bêcezahiştinê vedike.”
Li dijî tundiyê rêbazên têkoşînê
Esra Saçaklidir herî dawî rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê wiha rêz kir: “Divê saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan bi berfirehî têkoşînê bimeşînin. Divê kampanyayên perwerdehî û hişmendiyê pêk bînin. Divê dane bên berhevkirin û pêşkêşî rayagiştî bê kirin. Divê ji bo darizandina gumanbaran lêpirsînek bi bandor bê kirin û mekanîzmayên taybet bên avakirin. Divê qadên îstîhdamê ji bo jinan bên afirandin. Bêguman ev tundiyê naqedîne lê wê jinê xurt bike.”