Fatureyên zêde welatiyan bêzar dikin: Sedema krîzê Erdogan e
- 09:02 2 Kanûn 2024
- Ked/Aborî
Neslîhan Kardaş-Memîhan Zeydan
WAN - Jinên li bazara taxê ya Wanê der barê krîza aborî û fatureyên ku pir zêde tên de axivîn, gotin: “Belê divê zêdebûna fatureyan raweste. Sedema krîzê Erdogan e. Her tişt biha ye, em nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Em sobeyê jî nikarin pêxin. Em divê cihekî kêm bibînin ku fatureya xwe bidin.Mûçeyê asgarî têrî tu tiştekî nake.”
Li Tirkiye û Kurdistanê krîza aboarî her diçe giran dibe û bi taybet bi hatina zivistanê re ev zêdetir bandorê li welatiyan dike. Zêdekirina pihayê gaz, ceyran û avê, mirovan dike zor û zehmetiyê. Di 2019’an de ji sedî 41.19, di 2020’an de ji sedî 0.63, di 2021’ê de ji sedî 47.15, di 2022’an de ji sedî 119.37, di 2023’an de ji bo avahiyan bihayê fatureyan hat zêdekirin, di 1’ê tebaxa 2024’an de ji sedî 38 bihayê gazê hat zêdekirin.
Jinên li bazara taxê ya li taxa Xaçort a Wanê hatiye avakirin, der barê krîzê de ji mîkrofonên me re axivîn.
‘Ji bo cilan bigirim hatim bazarê lê nikarim bigirim’
Jina bi navê Şehzade ku nexwest paşnavê xwe bide wiha got: “Xaniyê me bi sobe ye. Komir pir biha ye. Gotin dewlet wê alîkariya komirê nede. Xaniyê me ax e. Fatureya ceyranê mehê hezar û 500 tê. Her tişt biha ye. Em 7 nifûsin. Komira dewlet dide têrê nake. Em carnan dikirin. Aborî qet ne başe. Ji bo cilan bigirim hatim bazarê lê gelek biha ne. Divê êdî ev bihabûn rawestin.”
‘Sedema krîzê Erdogan dizane’
Guler Suer jî bi lêv kir ku her tişt pir bihaye û wiha dirêjî dayê: “Her tişt bihaye. Xanî bi sobe ye. Sotemenî biha ye. Em nikarin sobeya ceyranê pêxin. Ceyran pir biha ye. Fatureya me di navbera 700 Tl û hezar û 500’î de tê. Her tişt biha ye. Sedema krîzê Erdogan e. Mirov nikarin nan bigirin.”
‘Her tişt biha ye’
Şîrîn Dogdu jî destnîşan kir ku gaz pir biha ye hîna petek venekirine û wiha anî ziman: “Mala me pir sar e. Li malê zarokên biçûk hene. Bavê wan wefat kir. Her tişt biha ye. Em nikarin hewcedariyên wan bigirin. Îsal ji ber bihayan me tirşî çênekir. Em bi mûçeyê pîrbûnê yên hevjînê min debarê dikin. Em 11 nifûsin. Zarok çend rojin mast dixwazin em nikarin wî jî bigirin.”
Jinek ku nexwest navê xwe bide ev nirxandin kir: “Mala me bi sobe ye. Komir biha ye. Min hezar lîra da du poşet xurek. Ez bi hezar û 500 TL hatim bazarê. Hîna gelek kêmasiyên min mane. Em malbatek 7-8 nifûsin. Ev çawa têrî me bikin. Em nikarin sobeyê pêxistin. Cyeran bihaye. Kîloya mandalînayê 40 lîraye. Em çawa debarê bikin.”
‘Divê em ji cihekî bibirin ku fatureyê bidin’
Melek Kaya jî diyar kir ku bi mûçeyê asgarî de biha jî zêde dibin û wiha berdewam kir: “Hewa cemidî. Em nikarin gazê pêxistin. Neçarî em ê ji cihekî bibirin ku fatureyê bidin. Sê zarokên min hene. Lê kesên zarokên wan zêde ne çi dikin. Em hewcedariyên xwe hemûyan nikarin bigirin.”
‘Mûçeyê asgarî têrî tiştekî nake’
Gulnaz Yakut herî dawî axivî û got ew di kirê de ne, 8 hezar kirê didin û kirê gelek bihane. Gulnaz Yakut diyar kir ku ew 10 nifûsin nikarin debara xwe bikin û wiha dawî lê anî: “Sê zarokên min dixebitin. Em bi mûçeyê wan debarê dikin. Mûçeyê asgarî têr nake. Êdî bila biha normal bibin.”