Li Rojhilata Navîn Kos û Hêvî: Xeyalên Tirkyeyê û rastî
- 09:04 10 Kanûn 2024
- Rojane
Salîha Aydenîz
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeya ku li Rojhilata Navîn polîtîkayeke berfireh dimeşîne, armanca nûkirina sînorên Peymana Neteweyî jî tîne ziman. Lê belê ev armanc ji bo Tirkiyeyê di bin bandora dewletên herêmî û hegemonîk de weke rojeve tê derxistin. Di hevkêşeya îro ya Rojhilata Navîn û Sûriyê de, divê Tirkiye ji bîr neke, yên ku van xeyalan didin pêş jî, ew in ku rê nadin van xeyalan pêk werin.
Êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 27’ê Mijdarê û vir ve didomin. Di dema ku komên Tehrîr El-Şam (HTŞ) di êrişên li dijî Rojava û Sûriyeyê de rejîma Esad hilweşand, êrişên li ser Minbicê û gelek gundan dewam dikin. Li herêmê ji duh ve pevçûn didomin, her wiha ji ber êrişên hewayî yên Tirkiyeyê jî bi dehan sivîl hatin qetilkirin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Salîha Aydenîz li ser geşedanên li Rojhilata Navîn û Bakur û Rojhilatê Sûrî nivîsî.
Rojhilata Navîn di dîrokê de bûye cihê şerê berjewendiyan a hêzên mezin. Çavkaniyên dewlemend ên enerjiyê, cihê stratejîk û cihêrengiya etnîkî ya van erdan, herêm ji destwerdana van hêzên mêtinger re vekir. Îro jî li ser heman dikê heman lîstik tê lîstin. Pêşveçûnên dawî yên li Sûriyeyê û rûxandina rejîma Esed ne tenê hevsengiyên herêmî, her wiha polîtîkayên gerdûnî jî bi teşe dike. Ev şer parçeyek ji şerê sîstematîk ê li dijî vîna gelan û têkoşîna wan a azadiyê ye. Ev şerê ku li Rojhilata Navîn berdewam dike ne tenê ji bo destkeftiyên herêmî ye; Ji bo ji nû ve dîzaynkirina herêmê, desteserkirin korîdorên enerjiyê û tunekirina daxwaza gelan xwerêvebirinê tê kirin.
Îro hêzên rojavayî bi taybetî DYA û Îsraîl ji bo ku bandora Îran û Rûsyayê ya li Rojhilata Navîn bisînor bikin û xeta berxwedanê lawaz bikin her firsendê bi kar tînin. Îran bi şirîkatiya xwe ya stratejîk a bi rejîma Sûriyê re li herêmê aktorek girîng e. Lê belê ev têkilî ji aliyê Rojava ve weke metirsiyek tê dîtin. Ev hêzên ku armanca wan dabînkirina ewlehiya Îsraîlê û şikandina bandora Îranê ye, komên radîkal li herêmê li gorî armancên xwe derdixin pêş. Senaryoya ku Sûriye tê de hatiye dabeşkirin, dixwaze îradeya gel têk bibe. Di dema ku li hin deverên herêmê ji aliyê komên selefî ve bêîstîqrarî çêdibe, li deverên din jî îradeya gel bi rejîmên lawaz û mekanîzmayên kontrolkirina aborî tê serobinkirin. Lê di nava van planan de xweseriya rojavayê Kurdistanê ya ku di nava van planan de cih digire, hem li pêşiya vê dîzaynê dibe asteng û hem jî hêviya herî xurt a têkoşîna azadiyê ye.
Di rewşa niha de senaryoyek pir naskirî pêk hatiye: Kaosa ku berê bi rêya DAIŞ'ê li herêmê pêk hatibû, îro jî ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve tê domandin. HTŞ vguhestineke ku ji El Nûsra pêk hatiye û bi El Qaîdeyê re xwedî têkiliyên îdeolojîk e. Dê ne şaş be ku mirov bibêje ku îro HTŞ rola ku berê DAIŞ girtibû ser xwe pêk tîne. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ku di sala 2014'an de Rojhilata Navîn veguherand gula xwînê, parçeyek ji polîtîkayên koçberkirina mirovan û gefxwarina li herêmên azadiyê yên weke Rojavayê Kurdistanê bû. Lê belê têkçûna DAIŞ'ê ya di têkoşîneke destanî ya di pêşengiya jinên rojavayê Kurdistanê de ev plan pûç kirin. Niha jî heman hêz bi amûreke cuda vedigerin ser sehnê. HTŞ bi êrîşên xwe yên li Helebê û derdora wê ne tenê metirsiyeke herêmî ye; Weke mekanîzmayeke bi armanca lawazkirina rejîma Îran û Sûriyê, kûrkirina kaosa li herêmê û serobinkirina îradeya gelan tevdigere.
Têkiliya Tirkiyeyê ya bi HTŞ'ê re têkiliyeke ku em berê pê dizanin e. Tirkiye ji aliyekî ve bi piştgiriya HTŞ’ê hewl dide bandora xwe li qadê zêde bike, ji aliyê din ve jî dixwaze destkeftiyên Kurdan ên li Rojava ji holê rake. Lê têkiliyên bi vî rengî ne tenê ji bo gelên herêmê, ji bo Tirkiyeyê bi xwe jî di demeke dirêj de metirsiyê çêdikin. Zêdebûna hêza komên radîkal, kaos û bêewlehiyê li herêmê zêde dike, dibe xeterek ku sînoran derbas dike. Tirkiye bi êrşên xwe yên li ser rojavayê Firatê armanc dike ku ji aliyê erdnîgarî ve destkeftiyên gelê Kurd bisînor bike û pergala demokratîk a Rojava bike hedef. Tirkiyeya ku li Rojhilata Navîn dixwaze bandora xwe zêde bike, bi vê armanc dike û sînorên di çarçoveya 'Mîsakî Millî de' nû bike. Lê belê ev armanca Tirkiyeyê ji aliyê dewletên herêmî û hegemonîk weke rojev tê pêşberî wê. Di hevkêşeya îro ya Rojhilata Navîn û Sûriyê de, divê Tirkiye ji bîr neke ku hêzên li herêmê wê rê nedin van xeyalên wê pêk bên. Di vê çarçoveyê de kesên ku hesabên li ser sînorên Tirkiyeyê dikin jî planên xwe yên ji bo ku welat di nava kaosê de bimîne geş dikin. Tevî ku Tirkiye li Minbicê bi xapandina ku aktorê serdest e di avabûna Rojhilata Navîn de çalakî li dar xist jî, Rojava heta îro li hemberî van êrîşan bi berxwedana xwe li ser piya maye.
Şoreşa Rojava di kaosa Rojhilata Navîn de tîrêja hêviyê ye. Ev şoreşa ku di pêşengiya jinan de pêk hatiye, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên herêmê û heta ji hemû gelên cîhanê re modeleke nû ya jiyanê pêşkêş dike. Ev şoreşa ku şoreşeke navneteweyî ye, bi modela konfederalîzma demokratîk, temsîliyeta wekhev a gelan û pêşengiya jinê di mekanîzmayên biryargirtinê de ji bo siberoja herêmê alternatîfekê diafirîne. Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” cewhera têkoşîna azadiya Rojava ye. Jinan ne tenê di yekîneyên parastina cewherî de, di hemû qadên jiyana civakî de rolên pêşeng girtin. Ev berxwedan serhildana li dijî pergala serdest a mêr û avakirina pergaleke nû ya civakî ye.
Werin em li Jinwar binêrin ku yek ji teysandina herî xweşik a şoreşa jinên Rojava ye. Jinwar gundê azadiyê ye ku di bin siya şer û zilma baviksalarî de bi hevgirtina jinan hatiye avakirin e. Jin li vir cotkariyê dikin, zarokên xwe di hawîrdoreke azad de mezin dikin û çarenûsa xwe bi xwe dinivîsin. Jinwar ne tenê gundek e; Manîfestoya jiyanê ye ku bi keda jinan mezin dibe. Ev gund îspata wê yekê ye ku têkoşîna azadiyê ya gel di tarîtiya şer de çiqasî konkret dibe. Her wiha Rojava bûye navenda hevgirtinê ku kesên ji deverên cuda yên cîhanê ji bo îdealên xwe yên hevpar tên cem hev. Dildarên ji DYA, Ewropa, Amerîkaya Latîn û heta Asyayê beşdarî şoreşa Rojava bûn. Ev beşdarbûn tenê bi berxwedana çekdarî re sînordar nebû; Di warên perwerde, tenduristî, çandinî û rêxistina civakî de jî pratîkên hevgirtina navneteweyî hatin pêş xistin. Ev yekitiya navneteweyî hişt ku Rojava li şûna "şoreşeke herêmî" weke modeleke gerdûnî ya azadî û wekheviyê bê dîtin.
Pîvana navneteweyî ya şoreşa Rojava jî berxwedaneke gerdûnî ya li dijî emperyalîzmê îfade dike. Ji ber vê yekê Rojava ne tenê weke parçeyekî têkoşîna gelê Kurd, bindestan, wekî destkeftiya hemû bindestan gelên cîhanê yên ku dixwazin dengê xwe bidin bihîstin, tê dîtin.
Îro Rojava ku navê têkoşîna navneteweyî û şoreşa jinê ye, ne tenê di hedefa komên radîkal, di heman demê de bûye hedefa hêzên mêtinger ên li herêmê jî. Sedema vê jî ew e ku weke mînaka Jinwar, li hemberî hêzên mêtinger modeleke jiyanê ya rast pêşkêş dike. Tişta herî dawî ji bo Rojhilata Navîn tê xwestin modela jiyana mirovî ye. Konfederalîzma Demokratîk modela rast a vê jiyana mirovî, wekhev, hevpar e. Ji ber vê yekê hêzên mêtinger, Kurdan diceribînin û wan bi qedera wan re rûbirû hiştine.
Lê belê gefên li ser Rojava çiqasî zêde bibin jî ronahiya ku ji baweriyê tê afrandin her diçe derdora xwe wekî tavê ronî dike. Gelê Kurd bi biryar e ku mafên ku bi pêşengiya jinan bi dest xistiye biparêze û têkoşîna xwe ya azadiyê bidomîne. Êrîşên Tirkiyeyê ne tenê têkbirina yekitiya erdnîgariya Rojava, di heman demê de ji holê rakirina bandorên siyasî û civakî yên vê şoreşê ye. Lê belê heta îro gelê Rojavayê Kurdistanê li dijî van êrîşan çawa li ber xwe daye dê îro jî li ber xwe bide . Îradeyek wisa tê meşandin ku îro dema Dêrazorê ku gelê Ereb jî lê heye ye û tê xwestin kaoslê çêbibe dema dikeve bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji aliê gelê Erbeb ve pîrozbahî tê kirin.
Ev şerê li Rojhilata Navîn ne tenê sinava hesabên hêzên mêtinger, di heman demê de sinava îradeya gelan û têkoşîna wan a azadiyê ye jî. Şoreşa Rojava yek ji sembolên herî geş ên vê têkoşînê ye. Ne tenê lêgerîna azadiya gelê Kurd, jin û hemû gelên Rojhilata Navîn e di heman demê de wekî rûmeta mirovahiyê ku divê bê parastin e. Tovên ku li rojavayê Kurdistanê tên çandin tenê ne ji bo erdnîgariyekê, ji bo jiyaneke nû tê avêtinê ye. Dê ev berxwedan, ji dîroka mirovahiyê re wekî mîrasekê vebêje ku azadî çawa tê bidestxistin e.