Tulay Hatîmogullari: Deriyê Îmraliyê vekin
- 16:12 3 Kanûn 2024
- Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bi gotinên; “Di vê pêvajoya bi aloz de nekevin pey hewldanên tunekirina destkeftiyên Kurdan ên li Rojava” diyar kir ku divê deriyê Îmraliyê were vekirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di civîna koma meclisê ya heftane ya partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand.
Endamên şandeya navneteweyî yên bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan jî tevli bûn.
Tulay Hatîmogullari, bi boneya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê bal kişand ser pirsgirêkên astengdaran û got ku dê bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.
‘Pergalek nû tê dîzaynkirin’
Tulay Hatîmogullari, bal kişand ku krîza ji ber pergala kapîtalîst roj bi roj kûrtir dibe û got: “Ji bo ji vê krîzê xelas bibin tifaq û komên nû tên avakirin. Rageşiyên ji ber şerên bazirganiyê, xetên enerjiyê, hevrikiya jeopolîtîk û hwd. roj bi roj zêdetir dibin û di vê aloziyê de li Rojhilata Navîn şikestineke mezin çêdibe. Li Rojhilata Navîn pergaleke nû li ser bêpergaliya heyî tê avakirin û vê yekê ji Helebê heta Til Rifet û Şehbayê pêla koçberiyê daye destpêkirin.”
‘Ev rêxistin şerê wekaletê ji bo kê dikin?’
Tulay Hatîmogullari, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber şerê çend rojên dawî bi deh hezaran kes ketin riyên koçberiyê. Hê hubra peymana Îsraîl-Lubnanê ziwa nebûbû, li Sûriyeyê şer dest pê kir. Rêxistina Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) ku li tevahiya cîhanê weke rêxistina terorê tê qebûlkirin û SMO’yê, êrişî hinek cihan kirin. Weke ku tê bîra we, SMO ew rêxistine ku Tirkiye ji lojîstîkê heta mûçeyên wan her tiştê wan pêşwazî dike ye. Em dipirsin; HTŞ, SMO, El Qaîde û DAIŞ şerê wekaletê yê kê dikin? Em li benda bersiva van pirsan in. Ketin yek ji bajarên herî girîng ê Sûriyeyê, Helebê. Ev çeteyên şerê wekalatê dikin, hewl didin bi darê zorê van bajaran talan bikin.
‘Nekevin pey macerayên nû’
Êrişên çeteyan ên li dijî Til Rifetê jî didomin. Me di sala 2011’an de jî li vê fîlmê temaşe kiribî. Em niha li sehneyên nû yên fîlm temaşe dikin. Hevkêşeya şerê Rojhilata Navîn, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha veguherî rewşeke tevlihev. Ketina rewşa Lubnanê, Tirkiye jî di nav de ji bo hemû welatên herêmê xeter e. Ji zihniyeta ku bi çavên fethkirinê li herêmê dinêre û aştiya xwe ya navxweyî taloq dike; diyar dibe ku dê mîna Lubnanê bibe. Hêvîdar in ku îqtîdar ji vê rewşê bo xwe dersan bigire.
Ez bang li aqilmendên dewletê dikim; hûn bi tevlibûna şerê li Sûriyeyê yê di sala 2011’an re bûn parçeyeke hilweşînê. Nekevin pey tiştên nû. Hêzên xwe yên wekîl neşînin qadê. Dev ji xeyalên xwe yên Osmaniya nû berdin. Heta ku hûn wiha bikin dê vî welatî ber bi karesatê ve biçe. Di vê pêvajoya aloziyê de nekevin pey hewldanên tunekirina destkeftiyên Kurdan ên li Rojava. Li Rojhilata Navîn hesabên malê û yên sûkê hev nagirin.
HTŞ’a ku xwedî pratîk û zihniyeta DAIŞ’ê ye, ne tenê ji bo Sûriyeyê ji bo Tirkiye û hemû cîhanê xeter e. DAIŞ û baskên wê, HTŞ, SMO û rêxistinên din weke tiştên nû bin pêşkeşî me nekin. Em wan ji El Qaîdeyê, El Nusrayê û ji DAIŞ’ê baş nas dikin. Ev xetera heyî dê li we vegere.”
‘Em tu carî qebûl nakin’
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku belavbûna tundiya li Rojhilata Navîn hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo welatên herêmê karesat e û wiha got: “Em dibêjin, werin em jeopolîtîkaya aştiyê ya herêmê cîbicî bikin. Werin em aştiya navxweyî û herêmî bixin meriyetê. Ev êriş li dijî me tevan û pêşeroja me ne. Em van êrişan bi tu awayî qebûl nakin. Têkoşîna DEM Partiyê ji bo çareseriya demokatîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd e. Em li gel avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk in. Di demeke ku gefa şerên nukleerî li ser cîhanê heyî de tekane çare, aştî ye. Em li vir careke din dibêjin dê çete û hêzên li pişt wan têk biçin.”
‘Çareserî aştî ye’
Tulay Hatîmogullari ev tişt got: “Ji 1’ê Cotmehê heta niha di rojeva Tirkiyeyê de gotinên serokê giştî yê MHP’ê hene. Der heqê pirsgirêka Kurd de nîqaşên nediyar didomin. Êdî ax ji ber xwîna ku dirije bêzar bûye û xelk jî ji hejariyê. Lewma em dibêjin bila ev rewşa pevçûn, hejarî û şer bi dawî bibe. Me zimanê xwe yê aştiyê parast. Lê hinek derdorên bêar dibêjin ‘Hevserokên DEM Partiyê çareseriyê naxwazin.’ Ev gotinên wan derew in.
‘Bila bi birêz Ocalan re hevdîtin were kirin’
Tulay Hatîmogullari got: “DEM Partî, hêviya aştiyeke birûmet e. Gelo ji bo aştiyê çi projeya serokkomarê ku digot hêviya min tune ye, heye? Ne tenê em, her kes vê mereq dike. Em li bendê ne ku hûn di vê mijarê de daxuyaniyê bidin. Weke tê zanîn ez û hevserokê giştî Tuncer Bakirhan sêşema din ji bo hevdîtina li Îmraliyê ya bi birêz Ocalan re me serlêdan kir. Hê bersiv nehatiye dayîn. Em pêvajoyê dişopînin. Çend roj berê Erdogan got; ‘Em ê bi cesaret bin, gavên nû biavêjin.’ Em jî dibêjin ku weke mînaka cesaretê deriyên Îmraliyê vekin û bila bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.”
‘Dev ji gefxwarinê berdin’
Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de bang li serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî kir û got: “Ewil em vê bibêjin, dev ji gefxwarinê berdin. Bi gefan diyalog nabe. Ewil vê fêm bikin. Em careke din dibêjin; DEM Partî çareserî û demokrasî ye. A rast em ji we dipirsin; hûn di ku dera vê pêvajoya aştiyê de ne? Aştî ne tiştekî wisa ye ku hûn kengî bixwazin, mîna amûrekî bi kar bînin. Aştî, karê cesaretê ye û berpirsyariya hevrûbûna bi heqîqetê re ye. Heke riyên ber bi aştiyê ve diçin bên girtin, em ê dîsa bi bask bibin û li ser riya aştiyê bifirin.”