Bîrsen Orhan: Jina Dersimî dizane ku sînorê têkoşînê tune ye
- 09:04 3 Kanûn 2024
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
DÊRSIM - Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û hat girtin, diyar kir ku armanca sereke ya ku ew dixwazin bi hevşaredariya xwe pêk bînin ew e ku destkeftiyên jinan derxînin pêş. Bîrsen Orhan jinên ku li dijî qeyûman li berxwedidin jî bi dirûşma "Jin jiyan azadî"silav kirin.
Di 21’ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê hat kirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, welatiyên Dêrsimê li dijî desteserkirina vîna xwe dest bi berxwedanê kirin. Di encama vê têkoşînê de li gelek kesan zext hatin kirin û 9 kes jî hatin binçavkirin. Bajar bi bariyerên ku lê hatin bicihkirin veguherî baregeha leşkerî. Li Dêrsimê çalakiyên li dijî qeyûman didomin, Hevşaredar Bîrsen Orhan a ku di rojên piştre de ji aliyê polîsan ve zext lê hatin kirin û hat binçavkirin, bi hepsa malê û qedexeya derketina derve hat berdan.
Piştî berdanê bi 2 roj şûnde Bîrsen Orhan di 30'ê Mijdarê de dîsa li mala xwe ya li taxa Pêrtagê hat binçavkirin. Bîrsen Orhan a ku piştî îfadeya wê ji aliyê dozgeriyê ve li Edliyeya Tûnceliyê hat girtin, bi îdiaya "Ji bo karê xwe neke li ber xwe daye" û "Li hemberî polîsan li ber xwe daye" hat girtin.
Bîrsen Orhan beriya ku bê girtin ji ajansa me re axivî bû. Em axaftina Bîrsen Orhan pêşkêşî we dikin.
Bîrsen Orhan a ku di serî de bahsa jiyana xwe kir wiha got: "Ez Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan im. Pîşeya min mamostetî ye. Min di sala 2013’an de weke Hevseroka HDP’ê ya navçeya Pertekê dest bi siyasetê kir. Piştre min weke Berdevka HDK'ê ya Navçeya Pertekê xebat meşand. Herî dawî ez di rêveberiya DBP'ê ya Amedê de xebitîm. Çima Hevserokatî? Ji ber ku DEM Partî bi siyaseta xwe yekane partî ye ku bi proje û polîtîkayên xwe yên li ser jinan li Tirkiye û cîhanê de yekane partî ye. Min ji bo xwe weke avantaj dît ku di nava DEM Partiyê de siyasetê bikim. Di bin sîwana DEM Partiyê de wekî jin di nava siyasetê de cihgirtin ji bo min wekî ku ez ji tevahiya Dêrsimê re xebatê bikim e. Bi berpirsiyariya ku gelê Dêrsimê da min wekî hevserok min dest bi xebatê kir."
'Min xwest ez jî ala têkoşîna jinê hinekî bilind bikim'
Birsen Orhan diyar ku wê di nav DEM Partiyê de dest bi siyasetê kir, ji ber ku nûnertiya jinan di siyaseta DEM Partiyê de dîtiye û ev tişt got," bersiva ji bo destkeftiyên jinan û xebatên wê yên ji bo zêdekirina destkeftiyên jinan helbet di nav DEM Partiyê de ne û ji ber ku min wisa hizir dikir ku DEM Paatiyê ala nûnertiya jinan hilgirtiye. Wek hûn jî dizanin Dêrsim bajarê jinan e. Seroka baroya me ya berê jin bû, parlamentera me ya niha jin e û di gelek waran de nûnertiya me ya jinan heye. Ji ber vê yekê min xwest ku ez bibim beşek ji vê çemberê. Berê di dema şaredariya me de kesên wekî Edîbe Şahîn û Songul Erol Abdil nûnertiya jinan dikirin. Di vê wateyê de min xwest ez vê siyasetê wekî peyrewên wê siyasetê bigirim dest."
Projeyên beriya qeyûm ketin meriyetê
Birsen Orhan beriya qeyûm projeyên ku kirbûn meriyetê bi bîr xistin û wiha got: "Yek ji biryarên dawî ku me girt avakirina koordînasyona jinan û avakirina roja jinê bû. Bi rastî jî me di hefteya ewil a her mehê de roja jinan plan kir. Di civînên gel de û di vê roja jinan de em dihatin û li ser pirsgirêkan nîqaş dikin û bi hev re projeyek din a jinan ava dikir, hemamek li nêzî otogarê hebû, me xwest em wê bikin xaniyek. Ji bo ku ji bo hevalên me qadeke îstîhdamê ava bikin. Li Dersimê ev serdemeke ku pirsgirêka starbûnê heye. Bi jinan re projeya me ya sîr hebû. Di nav projeyên me de afirandina derfetên kar û alîkariya aborî di warên çandiniyê de bûn. Yek ji projeyên me yên herî girîng jî çêkirina baxçeyekî muzeyê bû. Hevalên me yên jin xwestin Gora Çeto biafirînin. Dêrsim bajarekî ku gelek nebatên endemîk lê hene ye. Me xwest ku destê jinan bigihêje vê derê. Mixabin projeyên me nîvco man. 7 meh ji bo me demeke pir kurt bû. Ji ber ku pirsgirêkên bajêr pir bûn, pirsgirêkên jinan jî zêde bûn. Navenda jiyana me ya jinan heye, psîkologek me, du xebatkarên civakî û du hemşîre li navenda jiyana me ya jinan hebûn. Em her hefte bi rêkûpêk bi wan re dixebitîn. Piştî van biryaran bi hevalên xwe yên jin, bi taybetî yên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene, bi serdana taxan re, bi tevlêbûna xebatkarên xwe yên civakî me xwe gihand hevalên xwe yên jin ên hewcedar û hewl da ku piştgiriyê bidin wan. Me kursiyek nû ya cilûbergan çêkir û ji bo wê bangên xwe kirin. Me dest bi pêşkêşkirina xizmetekê kir bêyî ku em cudatiyê bikin navbera jin û mêr. Ew qadek bû ku dikaribû tevkariyek cidî bide. Gelek kesên hewcedar hebûn. Me pakêtên paqijiyê belav kirin. Ji bo jinan, ev dikare bibe pirsgirêkek pir giran.
Dêrsim li ber xwe dide û wê ji bo pirsigrêkan bibe bersiv
Her wiha civînên jinan li dar xist. Di 25'ê Mijdarê roja ku cezayê Hevşaredarê me Cevdet Konak hat ragihandin, di çarçoveya tundiya li ser jinê de gelek çalakî me li dar xistin. Bi kurtasî, ew neqediya ma. Lê em ne di şînê de ne. Têkoşîn tenê bi şaredariyan re sînordar nîne. Nîqaş heye ku şaredarî cihekî ku dikare gelek pêdiviyên gelê Dêrsimê bi cih bîne ye. Em ê di vî warî de xebatên xwe bidomînin. Belê, dibe ku em di avakirina xaniyek an jî çêkirina baxçeyê muzexaneya xwe de di warê mekan de zehmetiyan bikşînin, lê em dizanin ku gelê Dêrsimê dê li her derê deriyên xwe ji me re veke. Em ê van projeyan bidomînin. Têkoşîn bi dawî nebûye. Belê, têkoşîna jinê ya di rêveberiyên herêmî de stûnek girîng e, beşeke girîng a têkoşîna jinê ye. Mebesta min ji pozîsyonê ev e ku di warê tesîs û veguhestinê de hewildanên me yên xurt hebûn. Me peymaneke kolektîf pêk anî. Di vê yekê de hevalên me yên jin bi taybetî di rojeke girîng a weke 25’ê Mijdarê de li ser betlaneyê nirxandin kirin. Ger hûn ji vir jî lê binerin, em dikarin weke wêneyekê diyar bikin ka çima pêwîste di nava DEM Partiyê de siyaset were kirin û çima pêwîste li vir weke hevserokatiya jin xizmet bê kirin. Dêrsim dê bibe bersiva gelek pirsgirêkan û dê li ber xwe bide.”
'Qeyûm projeya siyasî ya AKP-MHP'ê ye'
Bîrsen Orhan destnîşan kir ku qeyûm projeya siyaseta hikûmeta AKP-MHP’ê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Ez vê yekê wekî darek, mekanîzmayek ku gava asê bibe dikare êrîş bike dihesibînim. Li aliyekî destê aştiyê û li aliyê din jî nêzîkatiyeke hovane. Em hatine hilbijartin. Sindoqek tê danîn. Xelk bi îradeya xwe ya azad diçin û dengê xwe didin û di encama wê hilbijartinê de em wek kesên hilbijartî erk û berpirsyarî digirin ser xwe. Gel ji me re dibêje 'Em vê erkê didin we û em dixwazin ku hûn vî karî bidomînin. Li wir kar bikin. Bi giştî em îradeya gel û nûnerên ku ji sedî 40 ê dengan wergirtine. Di vê demê de hûn dizanin ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de kesek di çapemeniyê de rabû ser piyan û sînyalên tayînkirina qeyûman li 27 şaredariyan da. Helbet em baş dizanin ku têgeha bêhiqûqiyê di bin navê hiqûqê de pêşkêşî me dikin. Bi giştî di xala ku em gihîştine de, di 20'ê Mijdarê de bi lez û bez, bêyî ku li şahidan bên guhdarîkirin û bi parêzeran re bi tu awayî biaxivin, biryareke siyasî hat dayîn. Çima em dibêjin ev biryar siyasî ye? Firîna dronên sibeha 20'ê Mijdarê, girtina her devereke bajêr, hilberandina tund a anonsan û kombûna li dora dadgehê ji me re îşaret kir ku encama dadgehê darbeyek siyasî ye. Lewma wê rojê gel li cem me rawestiya û piştgirî da me. Piştre 6 sal û 3 meh ceza li Şaredarê me Cevdet û Şaredarê Pilûrê hate birîn. Em dizanin ku ev dijqanûnî ye. Cezaya bi hinceta tevlibûna meşên xwezayê û tevlibûna merasîma cenaze bûn. Ew cenaze gelek hêja bûn. Mirov ji şaredarekî çi dixwazin, ew dixwazin di şahî û şînên wan de li gel wan be. Ger hûn van nekin, hûn nikarin ji xwe re bibêjin şaredar. Em dinêrin ku em ji ku hatine û em ji ber van tiştan têne darizandin. Em li ser esasê ku divê ji gel re çi bê kirin têne darizandin. Bi awayekî xwezayî dixwazin ku em di paradîgmaya partiya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de tawîzê bidin, lê em diyar dikin ku em ê tawîzê nedin."
'Ez berxwedana jinên Dêrsimê Silav dikim'
Bîrsen Orhan berxwedana jinên Dêrsimê bi bîr xist û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ez berxwedana 22’ê Mijdarê ya jinên Dêrsimê bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Ew gelekî xurt bûn, bi me re bûn. Hest û ruhê wan yê têkoşer wê rojê gelekî zelal bû. Jinên dêrsimî, bûn sembolên wê rojê. Ji ber vê yekê ez dîsa li Dêrsimê bûm û ji ber ku ji Dêrsimê bûm û li Dêrsimê bûm ez gelek şanaz bûm. Jinên Dêrsimî baş dizanin ku têkoşîn bi şaredariyê re sînordar namîne, wê ev têkoşîn bi dawî nebe û wê têkoşîna xwe her tim bidomînin. Ew baş dizane ku dê li dijî her cure bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin ez dibêjim 'Jin, jiyan, azadî'."