Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin
- 09:02 25 Mijdar 2024
- Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 25’ê Mijdarê li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me, di 10 mehan de 316 jin hatine qetilkirin, 170’ê jinî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Tundiya li ser jinan li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bê navber didome. Gotinên AKP-MHP’ê, qanûnên ku mafên jinan ji dest digirin, feshkirina Peymana Stenbolê û hedefgirtina qanûna 6284'an. Dema ev hemû dertên pêş, polîtîkayên bêcezahiştinê yên darazê gumanbaran xelat dike. Di vê pêvajoyê de jin bi awayekî sîstematîk hedef tên girtin.
Her roj herî kêm du jin tên qetilkirin. Ev tenê aliyê ku di çapemeniyê de tê dîtinê ye. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, li gorî çeteleya ku ajansa me berhev kiriye, di 10 mehên salê de 316 jin hatine qetilkirin û 170 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Gumanbar ê herî nêz e
98 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 28 jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, 33 jin di asta destberdanê de hatin qetiklirin. 11 jin ji aliyê bav, 18 heb ji aliyê kurê xwe, 6 heb ji aliyê mêrên pê re dijîn, 28 jin ji aliyê mêrên nas dikin, 25 jin ji aliyê mêrê pê re têkilî jiyane, 19 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 12 jin ji aliyê mêrên nasnameya wan nayê zanîn, 10 jin ji mêrên jê veqetiyane, 2 jin ji ailyê mêrên nas nakin ve hatin qetilkirin. Gumanbarê sê jinan jî nêzîkatiya wan a bi jinê re nehat tespîtkirin.