Platforma EŞIK'ê: Îktîdar neçareseriyê ferz dike
- 09:02 10 Kanûn 2024
- Hiqûq
Arjîn Yuksekbag
ENQERE - Dildara EŞÎK'ê parêzer Ozlem Gunel Tekşen der barê tayînkirina mêrekî ji bo serokatiya komîsyona ku dê li Meclîsê li dijî şîdeta li ser jinê bixebite got: "Ev ne komîsyona yekemîn e, ev komîsyona 15'emîn e ku ji aliyê Meclîsê ve ji bo pêşîgirtina li şîdetê û avakirina komîsyoneke nû ye. Komîsyon nayê wê wateyê ku dê çareseriyê pêk bîne."
Di rojên dawî de têkçûna civakî di her warî de xwe dide der, qetlîamên jinan ku gihiştiye komkujiyekê. Polîtîkayên hikûmetê jî rê li ber kuştin, tundî û destdirêjiya li hemberî jinan vedike.
Bi pêşniyara hemû partiyên siyasî li meclîsê li dijî tundiya li hember jinan "Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê ya ku ji bo pêşîgirtina li hemberî her cure şîdet û cudakariyê li jinan" hat avakirin. Lê belê parlamenterê Stenbolê ya AKP'ê Mustafa Hulkî Cevîzoglu wek serokê komîsyonê hat erkdarkirin.
Dildara Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) û parêzera Baroya Enqereyê Ozlem Gunel Tekşen, derbarê mijarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
Ozlem Gunel Tekşen, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser erkdarkirina mêrekî ya li komîsyonê û got: "Erkdarkirina mêrekî tê wateya neçareseriyê. Heta niha li Meclîsê 15 caran komîsyon li dijî tundiyê hatiye avakirin û gelek rapor hatin amadekirin. Wekîla Serokê Meclîsê Gulîzar Bîçer Karaca diyar kir ku heta niha 1248 peşniyar ji komîsyonê re hatiye kirin, lê belê dema ji bo pratîzekirina pêşniyaran de sepandin pêk nehatiye. Avakirina komîsyonên nû nayê wateya çareseriya pirsgirêkan. hilbijartina mêrekî li serokatiya komîsyonê rewşê nîşan dide. Biryarên ku dê ji bo jinan bê dayîn carek din dê ji hêla mêran ve bê dayîn."
Peymana Stenbolê û zagona 6284
Parêzer Ozlem Gunel Tekşen, daxuyand ku heta niha hemû wezîrên kabîneyê mêr bûn û tenê me dît ku Wezîrê Malbat û Xizmetên Civakî jinek ji bo nîşaneyek bû û wiha bi lêv kir: "Bi vê komîsyonê re em şahid in ku êdî hikûmet tiştekî wiha nake, her çiqas ji bo nîşankirinê be jî. Mirovekî ku di vî warî de rapor amade nekiriye û li ser tundiya li ser jinê û wekheviya zayendî tu xebat nekiriye, nayê qebûlkirin. Em dibînin ku tenê parlamenterekî mêr anîn komîsyonê. Em dizanin ku heta wekheviya civakî pêk neyê çareserî pêk nayê. Û bi vî awayî, vê komîsyonê nîşanî me da ku ew çiqas ji wekheviyê dûr in. Çareserî diyar e; Pêwîst e ku wekhevî pêk were. Peymana Stenbolê di şevekê de vekişiya. Divê zagona jimare 6284 bê nîqaş bê meşandin."
'Hezar kesî serî li KADES'ê dane'
Ozlem Gunel Tekşen, destnîşan kir ku weke ku tê zanîn Wezîrê Karên Navxweyî yê ku hat komîsyonê got ku wan îsal di sala 2023'yan da KADES daxistiye telefonên 7 milyon û 365 hezar û 755 kesan û wiha axivî: "Wisa dixuye ku gelek jin ji şîdetê bi fikar in. Bi rastî em dizanin ku di nava vê civakê de gelek jinên ku vê fikarê dijîn hene. Lê tevî vê yekê jî wezîr hê jî behsa jimareke pir zêde dike. Hat zanîn ku ji van 1 milyon û 382 hezar kesan serî li KADES'ê dane û 190 hezar kes jî biryara parastinê dane. Di nava van hemû daneyên gelekî bilind de, li ser daxwaza hezar û 500 jinan tenê kelepçeyên elektronîk hatin danîn. Yanî dema jin ji bo kelepçeya elektronîk ji 6284’an sûd werbigirin serî li wan didin, ji wan re tê gotin ku divê li bendê bin ku kelepçeya elektronîk vala bibe. Çima ev kelûpelên elektronîkî bi girseyî nayên hilberandin? Em dizanin ku li Tirkiyeyê tê hilberandin. Çima eger tê xwestin pêşî li şîdetê bê girtin, bikaranîna bi bandor a kelepçeyê nayê misogerkirin? Divê ev yek bên îfadekirin.”
'Çawa ji kelepçeyan rizgar dibin?'
Ozlem Gunel Tekşen, anî ziman ku KADES sepaneke baş û bi hêviyê ye û destnîşan kir ku divê bi awayekî bi bandortir û lezgîntir bê bikaranîn. Ozlem Gunel Tekşen jî bal kişand ser girîngiya zêdekirina kelepçeyên elektronîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em kesên ku kelepçeyên elektronîk ji holê radikin û jinan dikujin nas dikin. Lê di derbarê van de tu daxuyanî ji wezaretê re nehat dayîn, tenê van daneyan ji me re vegot. Ev kes çawa dikarin ji van kelepçeyan xilas bibin û mirovan bikujin? Piştî ku hat rizgarkirin, çawa dibe ku yekser sînyalek ji wezaret û sazî û dezgehên girêdayî wê û hêzên sepandina yasayê re nehate şandin û piştî vê sînyalê yekser destwerdanên pêwîst nehatin kirin? Mixabin, ev pirs bêbersiv in û erê, berhevkirina daneyan bi lêgerîna bersiva van pirsan pir girîng e, lê em dikarin bi berhevkirina daneyên rast bi vî rengî bigihîjin çareseriyek rast."
'Divê wekhevî pêk bê'
Ozlem Gunel Tekşen wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta ku wekhevî pêk neyê pêşiya şîdetê ne mimkûn bê girtin, me gelek caran ev yek ceriband. Pêwîst e ku wekheviya rasteqîn pêk were, hiqûq bêyî destwerdanê were bicihanîn, bi lezgînî vegere Peymana Stenbolê û Zagona Hejmar 6284'an û bi biryar were sepandin."