
ÎSÎG: Di Mijdarê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
- 13:38 6 Kanûn 2024
- Ked/Aborî
STENBOL - Li gorî rapora ÎSÎG’ê, di meha Mijdarê de herî kêm 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya têkildarî cînayetên kar a meha Mijdarê eşkere kir. Li gorî raporê; di Mijdarê de herî kêm 164 karkeran û di 10 mehên ewil ên salê de jî herî kêm hezar û 708 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Di meha Mijdarê de 10 jê jin, 7 jê zarok û 9 jê penaber bi giştî 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.