Di meha Mijdarê de 31 jin hatin qetilkirin
- 09:06 6 Kanûn 2024
- Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê 31 jin û zarokek hatin qetikirin, 25 jin û 5 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Qetilkirina jin û zarokan roj bi roj zêde dibe. Beşeke van di çapemeniyê de tên dîtin û rastiya vê hîn girantire. Wezareta Karê Hundir ku daneyan parve nake, desthilatdarî bi polîtîkayên bêcezahiştinê zemînê ji gumanbaran re amade dike.
Li gorî daneyên ajansa me, di meha mijarê de 31 jin û zarokekî jiyana xwe ji dest daye, 25 jin û 5 zarokî bi guman jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha dîsa jin ji aliyê mêrên ku nêzî xwe hatine qetilkirin.
Li Konyayê 1, li Hatayê 1, Edeneyê 1, Kocaeliyê 1, Îzmîrê 2, Tekîrdagê 1, Dîlokê 2, Kirklareliyê 1, Bursayê 2, Enqereyê 3, Mersînê 2, Antalyayê 2, Stenbolê 7, Sakaryayê 1, Aksarayê 1, îdirê 1, Nîgdeyê jinek hat qetikirin.