Ji Ma Muzîcê kampanyayek nû

  • 13:57 11 Kanûn 2024
  • Çand û Huner
 
AMED - Ma Muzîcê ji bo ku pirtûka “Repertuara Stranbêjiyê” radestî zarokan bike kampanyaya “Milyonek pirtûk,  milyon zarok” da destpêkirin.
 
Akademiya Ma Muzîcê ya ku li Amedê xebatên xwe dimeşîne, ji bo pirtûka "Repertuara Stranbêjiyê" ya ku ji bo perwerdehiya muzîkê ya zarokan çap kiribû, ji hemû zarokan re bigihîne kampanyayek da destpêkirin. Ma Muzîc kampanyaya "Milyonek pirtûk, milyonek da destpêkirin.
 
Di sînevîzyona ku der barê kampanyayê de hat parvekirin de wiha hat gotin, "Ji bo zarokên welat bi stranên kurdî mezin bibin me dest bi vê kampanyayê kir. Em bang li hemû beşên civakê dıkın ü dibêjin; hûn pirtûkan bikirin, em radestî zarokan bikin."
 
Ji bo kesên ku dixwazin xwe bigihînin pirtûkê hejmara telefonê: 0549 108 15 15