
Li Wargeha Mexmûrê pêngava çandina daran des tpê kir
- 16:26 24 Mijdar 2024
- Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya Şaredarî û Qada Tenduristî ve pêngava dar çandinê hate destpêkirin. Wê pêngav heta 4’Nisanê bidome.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûre bi pêşengiya Şaredarî û Qada Tenduristî ya Mexmûrê ve pêngava dar çandinê hate destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de îro ji aliyê xebatkarên Şaredarî û Qada Tenduristî ve 70 şitilên dar hate çandin.
Wê pêngav heta 4’ê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidome.