Jin li Sûka Hanimeller jiyana dixwazin dihûnin
- 09:02 11 Kanûn 2024
- Ked/Aborî
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Şaredariya Peyasê ji bo jinan Sûka Hanimeller ya Peyasê ava kir. Jin li sûkên hem piştevaniya hev dikin û hem jî bi berhemên keda destê xwe debarê dikin.
Li navçeya Peyas a Amedê bi armanca jin di her qadê de tevli jiyanê bidin Sûka Hanimeller a Peyasê hat avakirin. Jin bi saya vê sûkê tevli hêza kar dibin. Sûk ji 42 bufeyê, atolyeyên pîşeyê yên jin û zarokan ava dike. Di bufeyan de berhemên keda destê jinan, xwarinên malê, tekstîl û zucaciye hene. Jin di atolyeyên pîşeyî de qursên nexş û dirûn, pastevanî, aşpêjî hene û ji bo zarokan jî rusên muzîk, jîmnastîk, dans, drama û zanistê hene.
Jinan diyar kirin ku ev sûk wan pêş dixîne û divê li bajar ev projeyên wisa hîn zêdetir bikevin jiyanê.
‘Min ewil ji tiştên biçûk dest pê kir’
Nezahat Tankut ku li sûkê borek û kurabiyeyên çêdike difroşe wiha got: “Ez 8 salan li Wanê xebitîm. Ji ber karê hevjînê min em çûn Enqereyê. 18 salan li wir jiyam. Her tim xeyal amin bû vegerim herêma xwe. Min digot biçim wir bila xaniyekî min hebe. Em ewil çûn Mêrdînê piştre hatin vir. Min got divê ez tiştekî bikim li ser piyên xwe bisekinim.Min ji ser înstagramê kutilk, manti difrot. Me sîparîş digirtin. Min ewil ji tiştên biçûk dest pê kir.”
‘Eleqe gelek mezin e’
Nezahat Tankut daxuyakirin ku bi gavên biçûk dest bi vekirina bufeyê kiriye û wiha domand: “4 sal berê min sûkek wisa bihist. Li Sûkê 42 bufe û 42 esnafên jin hebûn. Ez çûm şaredariyê min serlêdan kir. Bi kurayê ev der dan min. Min cemedankek biçûk girt. Min çaydanek girt. Min bi wan dest pê kir. Wekê din tiştekî min tunebû. Roj bi roj me qezenc kir û min bufeya xwe pêş ve bir. Muşterî ji bo borek ji dur tên. Eleqe ji bo berhemên me mezinin. Em jî kêfxweş dibin. Ev hestên xweşin. Li sûkê piştevanî heye. Hawira me gelek xweş e. Em jin piştgiriyê li vir didin hev.”
‘Bila jin bixwe bawer bin’
Nezahat Tankut di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku têkoşîn û wêrekî ji bo jinê girînge û ev tişt bi lêv kir: “Beriya bufeyê ez li malê bûm. Min bi zarokên xwe re dem debas dikir. Lê niha ez pereyê xwe qezenc dikim. Ez hewcedariyên zarokên xwe didimê. Bila hemû jin bixwe bawer bin. Tu kes bê hêz nîne. Jin bixwe bawer bin wê bikaribin her tiştî bikin.
‘Derfet dan min’
Jina bi navê Zehra Demîralp jî li Sûka Hanimeller dixebite û salek û nîve berhemên xwe difroşe. Zehra Demîralp wiha anî ziman: “4 sal berê bi hevkariya xwişka min min dest bi çêkirina ristinê kir. Min çente çêkirin. Bi hevkariya hevalekê hatim vir.Ew jî berê li vir bû. Min mereq kir û em hatin. Berhemên min xwestin. Min jî hemû berhemên xwe bigirin. Piştre derfet dan min. Karê min kedek mezin dixwaze. Mînak bebek 40 cm 10-11 rojên min digire. Benên ez bikar tînim yên zirav in. Ne tenê bebek, çenteyan, şebqeyan, cil û bergên zarokan her tiştî çêdikim. Ez bi hewldanek mezin hatim vê nokteyê. Ewil hevjînê min pisgirêk derxistin. Nedixwest ez bixebitin. Lê min dest jê berneda û heta îro hatim. Her wiha karê min û berhemên min eleqeyek mezin dibîne. Ger pirsgirêkek çênebe ez dixwazim di vî alî de dersê bidim.”