Zedetirî 140 rojnamevan bertek nîşanî zagona ‘Hîcabê’ dan

  • 13:00 7 Kanûn 2024
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Zêdetirî 140 rojnamevan li Îranê li dijî zagona “Hîcab û Îffetê” daxuyaniyeke hevbeş dan û diyar kirin ku ev zagon bingeha cudahiya zayendî çêdike û zirarê dide rûmeta mirovî ya jin û zarokan.
 
Li Îranê zêdetirî 140 rojnamevan li dijî zagona ‘Hîcab û Îffetê’ daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev zagon bingeha cudahiya zayendî çêdike û zirarê dide rûmeta jin û zarokan.
 
Zêdetirî 140 rojnamevanên ku li dijî zagona ‘Hîcab û Îffetê’ derketin û hişyar kirin ku ev zagon bi awayekî berfireh "mafên bingehîn ên welatiyan, di nav de mafên civakî, nepenî û azadiyên bingehîn” binpê dike. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zagona ‘Hîcab û Îffetê’ di pîvanê huquqê de di nav ‘nakokiyek vekirî’ de ye. Her wiha rojnamevanan diyar kirin ku di nav vê zagonê de li dijî rojnamevanan gef, sansûr heye û gotin ku zagona tê binavkirin bi Makezagona Komara Îslamî ya hejmar 24’an (azadiya çapemenî, xwe îfadekirin û weşanê) nakok e.
 
Hat diyarkirin ku pêkanîna vê zagonê li dijî Makezagona Komara Îslamî a maddeya 21 (mîsogerkirina mafên jinan) û peymana mafên zarokan jî di nav de ye.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zagona qaşo "Hîcab û Îffetê” bingeha cudakariya zayendî diafirîne û zirarê dide rûmeta mirovî ya jin û zarokan. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rojnamegerên ku erka wan a agahdarkirina raya giştî ye, tekez dikin ku ev zagon li dijî mafê mirovan e û em diyar dikin ku li dijî vê zagonê ne”
 
Rojnamevanan diyarkirin ku ev zagon li şûna pisgirêka civakî çareser bike berovajî dê krîzên heyî hîn kûrtir bike. Sê saziyên hunerî û çandî bi navên Mala Sînemaya Îranê, Mala Şano û Mala Muzîkê ya Îranê di 4’ê Kanûnê de têkildarî zagona qanûna “Hîcab û Îffetê” daxuyaniyeke hevpar dan. Hat diyarkirin ku bi dê zagonê welat bibe girtîgeheke mezin.
 
Roja Pêncşemî 5’ê Kanûnê zêdetir sed endamên sînemaya Îranê derxistina vê zagonê şermezar kirin. Sînemavan ev zagon wekî "heqaret li  Îraniyan" bi nav kirin û diyar kirin ku zagon li dijî mafên mirovan û welatparêziyê ye.
 
Hin çalakvan û saziyên mafên zarokan di daxuyaniyên xwe de diyarkiribûn ku zagona qaşo  “Hîcab û Îffetê” bi awayekî eşkere berovajîkirina mafên bingehîn ên zarokan di zagonên navnetewî û herêmî de ye. Dîsa di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku di zagonê de ji bo zarokên di navbera 9-18 salî de cezayên nû hene.