Rapora KCDP'ê ya meha Mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
- 11:29 4 Kanûn 2024
- Çeteleya Tundîyê
STENBOL -KCDP'ê di rapora xwe ya meha Mijdarê ku parve kir de diyar kir ku 32 jin hatine qetilkirin û 26 jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane.
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Mijdarê eşkere kir. Li gorî rapora KCDP'ê, di meha Mijdarê de 32 jin hatine qetilkirin û 26 jinan jî di nava şert û mercên bi guman de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de ji 32 jinên hatin qetilkirin 7 jê ji ber ku dixwestin di derbarê jiyana xwe de biryarên weka hevberdanê, redkirina lihevhatinê, redkirina zewacê hatine qetilkirin. Yek ji jinên hatin qetilkirin ji ber ku şahidê mirina jinê bû û yek jî bi îdiaya ku pere dixwaze hat qetilkirin.
'Heya tedbîrên pêşîgirtinê neyên girtin tundî berdewam dike'
Di raporê de derbarê mirina bi guman a 26 jinan de jî ev agahî hatin dayîn: “Ne diyarkirina sedema mirina 26 jinan jin, di encama tundiya li ser jinan û ji nedîtî ve hatina kuştina jinan e. re."
Rapora giştî ya daneyên meha Mijdarê ya KCDP li ser lînka jêrîn e: