Êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûrî hat şermezarkirin
- 16:21 10 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya DEM Partî û DBP'ê çalakî hatin lidarxistin û êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî hat şermezarkirin.
Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk tê tên şermezarkirin. Îro bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn.
Sêwereg
Rêxistina DEM Partî û DBP'ê ya Sêwerega Rihayê li Parka Lezgo yê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Em êrişen li ser Rojava bi tundî şermezar dikin" hat vekirin û dowîza "Rojava rumeta me ye" hat hilgirtin. Di daxuyaniyê de êriş yek car hat şermezar kirin û bertek nîşanî qetilkirinan hat dayîn.
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.
Edene
Rêxistina DEM Partî a Edenê li ber avahiya partiya xwe daxuyaniyek da. Rêveber û hevserokên bajêr û navçeyan, partiyên siyasî yên Edenê û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de li ser destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî hat rawestandin û hat diyar kirin ku divê xwedî derketinek xurt li hemberî destkeftiyan hebe. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî tenê nayê hiştin û her wiha li hemberî êrişan jî dê bêdeng nebin.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. erdi.
Agirî
Rêxistina Bajarê Agirî ya DEM Partî jî li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da. Gelek endamên partiyê, rêveberên bajar û navçeyan jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê Partiyê Cengîz Elkatmîş di daxuyaniyê de axivî û got, “Êrîşa Minbicê hewldana têkbirina lêgerîna çareseriyê ya li Sûriye û Tirkiyeyê ye. Divê dev ji vê bê berdan. Tirkiye jî ji geşedanan bêpar nîne. Ji bo vê jî êrîşa nû ya hikûmeta AKP'ê ya li dijî destkeftiyên Kurdan wê aramiya li Sûriyeyê ji bihareke din re bihêle û agirê Rojhilata Navîn geş bike. Em bang li hikûmeta AKP'ê dikin ku li hemberî Sûriyeyê polîtîkaya aştî û çareseriyê bimeşîne û bi Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re diyalogê bike."
Di dawiyê de Cengîz Elkatmîş xîtabî hikûmeta AKP-MHP’ê kir û got, “Hikûmeta AKP-MHP’ê divê demildest dest ji helwesta xwe ya dijminatiya li destkeftiyên Kurdan berde. Divê dev ji helwesta dijminatiya li hemberî Rojava bê berdan. Em careke din dibêjin: Minbic wê nekeve, Dêrezor nekeve, Rojava tu carî nekeve."
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
Riha
Li Rihayê bi pêşengiya DBP'ê li ber avahiya DEM Partî ya Bajêr daxuyaniyek hat dayîn. Sazî û dezgehên sivîl û aktîvîstên TJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Rojava rûmeta me ye" hat vekirin.
Di daxuyaniyê hat diyar kirin ev berxwedana berxwedana parastina rûmeta mirovahiyê ye û dê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bûb