'Komkujiya li Eyn Îsa nayê qebûlkirin'
- 09:05 10 Kanûn 2024
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Berdevka Rêxistina Sterk a Zarokan û Endama Rêxistina Sara têkildarî komkujiya li Eyn Îsa pêk hat bertekên xwe nîşandan û gotin"Bi komkujiyan re em dawî nabin divê rêxistinên mirovî bi erka xwe li ber hemberî kuştina zarok û sivîlên me rabin."
Di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk a li dijî gundê El Mustareha yê Eyn Îsayê de piranî jê jin û zarok bi giştî 12 sivîl hatin qetilkirin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî qetilkirina jin û zarokan didomin.
Rêveberiya Rêxistina Sterk a Zarokan Semîra Elîko û Endama Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Heyfa Husên berteka xwe li ber hemberî hedefgirtina jin û zarokan anîn ziman.
'Çi gunehê wan zarokan hebû'
Semîre Elîko di destpêka axaftina xwe de hedefgirtina zarokan şermezar kir û got: "Em komkujiya ku li Eyn Îsa yê pêk hat bi tundî şermezar dikin ma çi gunehê wan zarokan hebû ku wisa bi vê hovitiyê hatin qetil kirin ma zarok diçin di çeperan de şer dikin?"
'Çima rêxistin bi erka xwe ranabin'
Di dewama axaftina xwe de Semîra banga rêxistinên mirovî kir û wiha axivî: "Li ber hemberî kuştin û komkujiyên ku derheqê zarok û sivîlên me tê pêk anîn, rêxistina mafê mirovan çima bi erka xwe ranabin çima di bêdeng bûna xwe de ewqas bi îsrar in? Îro zarokên me di encama van şer û êrişan ji jiyan û mafê xwe ji dibistana xwe qut dibin û hîna jiyan nekirin e ji vê dunyayê koç dikin ma sucê wan çi bû? Em weke rêxistina Sterk bi erka xwe radibin û li tenişta hemû zarokan disekinin dengê xwe bilind ji raya cîhanî re rêdikin ku bi erka xwe rabin û pêşî li van komkujiyan bigrin û bendek ji dagirkeriyê re deynin, êdî bese ji kuştina zarokan re."
'12 sivîlên me şehîd bûn'
Di heman demê de Endama Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Heyf Husên jî axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha pê de çû: "Demeke dirêj û bi domdarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur Rojhilata Sûrî tê berdewam kirin her car jî sivîl dixe hedefa xwe, duh jî bi balafirên xwe yên şer êrişek bi ser gundê Mistirîha a girêdayî bajarê Minbicê de pêkanî û bi giştî 12 sivîlên me da şehîd xistin, ma çi gunehê wan sivîlan hebû?"
'Divê li pêşberî êrişan were girtin'
Di dawiya axaftina xwe de Heyfa yê rêxistinên ku bi erka xwe ranabin şermezar kir û wiha bi lêv kir: "Em hemû rêxistinên ku îro bi erka xwe ranabin bi tundî şermezar dikin û banga me ji wan re heye ku bi erka xwe rabin û pêşî li balafiran bigrin ku êriş û şerê xwe bi ser sivîlan de nekin."