Dayikên Aştiyê: Dawî li pevçûn û şer bînin
- 09:03 9 Kanûn 2024
- Rojane
STENBOL - Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stnebolê bertek nîşanê êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Ji bo şer û pevçûn demildest bidawî bibin divê herkes li dora têkoşînê bên gel hev.”
Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 27’ê Mijdarê d eye didome. Li dijî şerê tê meşandin, ji roja ewil de li Tirkiye û Kurdistanê çalakiyên protestoyî pêk tên. Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ku bi salane li qadan banga aştiyê dikin diyar kirin ku divê demildest êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bin.
‘Rojava paytexta Kurdistanê ye’
Dayika Aştiyê Rewşan Guler da zanîn ku ew şerê ku hêzên paramîlîter ku bi piştgiriya Tirkiyeyê dimeşînin lanet dikin û wih agot: “Divê ji bo banga seferberiyê hemû gelên Rojhilata Navîn dengê xwe derxînin. Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ), ji çeteyê DAIŞ’ê cudatir nîne. Li cîhanê çiqas çeteyên qirêj hene bi destên Tirkiyeyê xwedî bûn, mezin bûn û ji bo şer amade bûn. Ev çete ji bo gelê Kurd hatin gîhandin. Ev îro êrîşên Rojava dikin wê sibê êrîşê vir bikin. Ev çeteyên qirêj wê li hemû cîhanê belav bibin. Wê li her derê komkujiyan bikin. Divê em piştgiriya xwe ji bo Rojava bikin. Rojava paytexta Kurdistanê ye. Kobanê ji bo Tayîp Erdogan bûye derd. Ez bi vê bawer dikim. Wê têkşîna gelê Kurd biserkeve.”
‘Em ê bi ser kevin û bi dest bixin’
Revşan Guler wiha dawî lê anî: “Riya diçe serkeftinê yekîtî ye. Divê her kesê aştî û demokrasiyê dixwazin li dijî şer bin. Gelê Kurd 50 sale têdikoşe û şûnde gav navêtiye. Em azadiyê dixwazin. Em dest ji daxwaza xwe bernadin. Em ê biserkevin û bidest bixin.”
‘Dixwazin Kurdan qir bikin’
Dayika Aştiyê Reyhan Akgul jî daxuyakirin ku li her çar alî cîhanê şer didome û tu fêdeya wê ji kesî re tune ye. Reyhan Akgul wiha domand: “Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember gelê Kurd li dijî exhlaqê ye. Tirkiye bi salane zarokên me digirin, qetil dikin, gundên me dişewitînin. Axa me dibin ber agir. Çeteyên fuhuşê û hişbirê li kolanan digerin dengê xwe nakin. Dema mijar dibe Kurd qirkirinê dikin. Ji ber em Kurd in van êrîşan pêk tînin. Xwedê em anîn dinê. Çi ji me dixwazin. Bila rondikên dayikan bi dawî bin. Kurd naqedin. Me zarokên xwe bi zor û zehmet mezin kirin. Em polîtîkayên şer qebûl nakin. Kurd bi salane neqedyane û ji vir şûnde jî wê neqedin. Têkoşîn bi salane didome û ji vir şûnde jî wê bidome.”
‘Bila destên xwe ji ser Kurdan bikşînin’
Reyhan Akgul di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di encama êrîşan de jin û zarok, sivîl tên qetilkirin û wiha dawî lê anî: “Di encama şer de bi hezaran mirov koçber dibin. Bila dest ji vê zilmê berdin. Bila destê xwe ji ser Kurdan bikşînin. Bila bên bi Kurdan re muzakereyê bikin û dawî li vê qirkirinê bînin. Bila deng bidin Dayikên Aştiyê, destê aştiyê dirêj bikin.”