Jinên Başûr ji bo Rojavayê Kurdistanê banga piştgiriyê kirin
- 12:22 7 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê komek jinên bi navê "Jinên 25’ê Mijdarê" bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ragihandin û bang li hemû xelkê Herêma Kurdistanê kirin ku piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê.
Li bajarê Silêmaniyê komek jinan ya bi navê "Jinên 25’ê Mijdarê" ku ji komek jinên Başûrê Kurdistanê pêk tên, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê anîn ziman.
Di daxuyaniyê de jinan ragihand ku ew piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê radigihînin û gotin; “Em bang li hemû xelkê Herêma Kurdistan, aliyên siyasî dikin ku bihevre piştgirî û alîkariya Rojavayê Kurdistanê bikin.”
Derbarê mijarê de yek ji endama koma jinan ya Jinên 25’ê Mijdarê Bêxal Sabir ji ajansa ROJNEWS'ê re axivî û got: “Em bang li welatiyên Herêma Kurdistanê, rêxistinên mafê mirovan dikin ku piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin. Em bang li Hikumeta Herêmê jî dikin ku ji bo piştgiriya Rojava hêzên pêşmerge bixin nava liv û tevgerê û deriyek guftugoyê dinava xwe de vekin. Em dixwazin hikumet rê bide em vê heftiyê kampanyayek alîkariyê ragihînin, ji ber ku komên çekdar dijminê hemû Kurdanin û ji aliyê dijminên Kurdan ve tên birêvebirin.”
Parêzer Çiro Şiwanî jî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de ji ROJNEWS'ê re axivî û got; “Li Rojavayê Kurdistanê çeteyên dewleta Tirk êrişî xelkê sivil dikin û beşek zêde ji Kurdan koçberbûne. Pêwîste hemû Kurdistan dijî van êriş û dagirkeriyane xwedî helwest bin. Ji ber ku êrişên ser Rojava, tê wateya êrişa ser her çar parçeyên Kurdistanê. Divê Hikumeta Herêmê deriyên sînor veke daku alîkarî ji bo Rojava were şandin.”