Dixwazin li Rojava kurdan tasfiye bikin
- 09:03 7 Kanûn 2024
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuzogullari da zanîn ku pirsa "HTŞ’ê çawa li dora Tirkiyeyê di bin çavdêriya TSK’ê de di emirtiya îslamî de nokteyên çavdêriyê ava kiriye û li vir çekên teknolojîk yên modern bidest dixistiye?" pirsek girîng e û got: “Ya dixwazin li Rojava bikin tasfiyekirina kurdan e.”
Êrişên Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 26’ê Mijdarê de ye didome. Êrişên li hember qadên sivîl didomin û jin, ciwan, zarok û kal û pîr tên qetikirin.
Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuzogullari der barê mijarê de nirxandin kir.
Hamîde Rencuzogullari got li Sûriyeyê şerekî ku hemû welat tevli bûne û mezin dibe heye û got: “14 sale bê îstîkrariyek heye. Heyetek ji El Nusra, El Kaîde û DAIŞ’ê li Îdlîbê kom bûne û dewleta xwe ya îslamî ava kiriye, Tahrîr-î Şam heye. Cîhadiyên bin bana Tahrîr-î şam de piraniya wan ne Sûriyeyî ne. Ji derve hatine. Ji aliyê cîhadiyên derve Sûriye hatiye dorpêçkirin. Emirtiya îslamî ya Îdlîbê raza bû. Sedema vê garantiyên ku Tirkiyeyê dabûn wan. Di civîna Astana û peyaman Soçî de Tirkiyeyê qebûl kir ku wê xeta dagirkirinê ya Îdlîbê dorpêç dike kêm bike. Lê ev nekir. Det bi dagirkirin Helebê kirin. Artêşa Netewî ya Sûriyeyê ya Tirkiyeyê ava kir bi HTŞ’ê re dest bi êrişan kir.”
Yek ji hedefa şer: Birîna xeta îkmanê bû
Hamîde Rencuzogullari di berdewamiyê de got yên êriş dikin di esasa daxwazên faktorên derve de êriş dikin û got: “Dewlet li alî şer in. Êrişên ne li hember cîhadîstan, li hember hêzên ku li dijî cîhadîstan têdikoşin, êriş hene. Rûsyayê Şam xapand. Rûsya Tirkiyeyê muxatab digire. Rûsya bi îmzeya Erdogan bawer dikir. Şerekî xêzkirina xetê ya ber bi Lubnanêheye. Yek ji armanca wan ev e ku xeta Îkmanê ya heta sînorê Lubnanê bibirin. Ev bi eniya cîhadîst zêde bû, şer bi alîkariya Tirkiyeyê dest pê kir.”
‘HTŞ’ê çawa çekên teknolojîk ên modern bi dest xist?’
Hamîde Rencuzogullari, HTŞ ku ji aliyê çapemeniyê ve wek muxalîf tê nîşandan jî nirxand û wiha got: “Di 2011’an de jî DAIŞ wek serhildêr hatin nîşandan. DAIŞ dema ket Sûriyeyê wek muxalîfa rejîmê û serhildêr dihat nîşandan. Gotina çapemeniya Tirkiyeyê jî balkêşe. Ev taktîkek ku li ser gelek xebitîne. Di 2018’an de bi biryarnameya serokomariyê DAIŞ wek teror hat îlankirin. Çapemeniya AKP’ê ya ev ji bîr kiriye ya jî vedişêre. Pirsa ‘HTŞ’ê çawa li dora Tirkiyeyê di bin çavdêriya TSK’ê de di emirtiya îslamî de nokteyên çavdêriyê ava kiriye û li vir çekên teknolojîk yên modern bidest dixistiye?’ pirsek girîng e. Ev çekên modern yên teknolojîk çawa bidest xistin. Dron çawa hatin. Perwerdehiya dronan çawa girtine. Ev pirs krîtîkin.”
'DYA û Tirkiye li ser Kurdan di tifaqê de ne'
Hamîde Rencuzogullari di dawiya axaftina xwe de wiha got: “YPG’ê got em gel tenê nahêlin. Lê di bin êrişên giran de bêyî piştgirî YPG li wir nemîne gelek normale. Vekişîne lê qe nebe me israra di vekirina korîdora ji bo sîvîlan dît. Me şopand. DYA û Tirkiye li ser Kurdan di tifaqê de ne. Dixwazin Kurdan tune bikin û herêmê bikin cihê Barzqaniyan û Kurdan tasfiye bikin. Li Efrînê cîhadiyên ji dehan eniyan hatine tahliyekirin hene. Cîhadîst li cihê Kurdan bicih bûn. Ger ku rêgeza ‘Sûriye dikare qedera xwe diyar bike’ esas bê girtin wê destura bingehîn jî tê de destkeftiyên baş wê pêk bên.”